Diyarname
Kovara bi kurdî û tirkî Dilop bi hejmara xwe ya 14'an li pêşberî xwendevanên xwe ye. Kovarê di vê hejmarê de ji bo 100 saliya rewşenbîrê kurd Mûsa Anter ew derxistiye pêş û her wiha li ser 100 sal berê ya Koçgirî jî sekiriye.
Kovara du mehî ya çand, huner, polîtîkayê Dilop hejmara xwe ya gulan-pûşperê derxist. Di vê hejmarê de dosyaya xwe li ser "Stratejiya avakirina Komarê û di 99 saliya xwe de Kuştina Koçgirî" amade kiriye. Dosya ji aliyê Gultekîn Uçar (Endamê Lijneya Rêveber a Avakar a Komeleya Çandî ya Koçgirî) ve hatiye amadekirin. Uçar li ser wê demê lêkolîna ku kiriye pêşkêş kiriye. Ji bilî nivîseke Ayşe Hur a bi sernivê "Sal 1921: Serhildana Koçgirî, Alîşêr û Zarîfe" (bi tirkî) ku 17 sal berê di Radîkalê de hatibû weşandin hatiye pêşkêş kirin.
Apê Mûsa 100 salî ye
Kovarê ji bo 100 saliya Apê Mûsa bi du nivîsan ew derxistiye pêş. Piştî nivîsa pêşekê, hevpeyvîna ku Firat Cewerê di sala 1990'î de ligel Apê Mûsa kiribû weşandine. Hevpeyvîn bi gotina Apê Mûsa "Wekî Kurê Zal gurzê min nîn e lê pênûsa min heye" hatiye pêşkêş kirin. Di vê çarçoveyê de helbesteke Arjen Arî ku li ser Apê Mûsa nivîsandiye jî weşandine.
Li Nisêbîna berê şerê biyolojîk
Ji nivîsên nav kovarê Mesut Alp di vê serdema koronayê de bi sernavê "Yekem şerê biyolojîk: Şerê Nisêbînê" nivîseke balkêş nivîsandiye. Alp wisa nivîsiye: "Piştî ku bi hezaran
dûpişk û mar tên devê deriyê Nisêbînê, şehînşah ferman dide ku bi mencinîqan wan bavêjine nav bajar. Bi saetan li bajar dixin, çekê wan formek biyolojîk û zindî ye. Ji ber vê jî em vê êrîşê mîna êrîşek biyolojîk qebûl dikin."
Dengbêjek ji Serhedê: Îran Xan
Lêkolîner Zeyneb Yaş ku li ser muzîkarên kurd lêkolîna xwe didomîne di vê hejmarê de bi nivîsa li ser "Dengbêjiya Serdehê ji ser zarê jinekê: Îran Xan (Mucered)" cih girtiye. Eskerê Boyîk jî li ser Riya Teze çîroka 90 salan a rojnameyê girtiye dest. Boyîk bal dikişîne ser girîngiya xizmeta ku rojnameyê dikir û van dibêje: "Xebata wê ne ku tenê li Ermenistanê, lê li welatê Sovêtê bilind dihate qîmetkirin. Sala 1980î ji bo 50 saliyê ji aliyê hukumeta Sovêtê hêjayî xelata “Nîşana Hurmetê“ bû. Gelek xebatkarên wê bi hurmetnaman hatibûn xelatkirin, hêjayî navên emekdariyê bûbûn." Boyîk pirsa rojname çima nehat rojnamekirin û vê digire bin lêpirsînê. Her wiha qala tîraja rojnameyê jî dike û dibêje ku sala ewilîn 600 heb, di sala 1932'yan de 1300 heb bû.
Ji hevpevyînan Înan Yildiz ligel Şerefhan Aydin li ser rewşa dawî ya Sûrîçî ya Amedê hevpeyvînek kiriye.
Her wiha Bariş Avşar, Eyşana Beravî, Îbrahîm Karaca, Vedê Gûlbarînê, Miradê Miradan, Firat Keklîk, Hatice Yildiz, Ulku Bîngol, Yusuf Karataş, Evîn Şikakî, Elîf Eser bi nivîsên xwe ked dane kovarê. Her wiha di vê hejmarê de helbestên Arjen Arî, Adonîs (werger Bernas Qerejdaxî), Şêrko Bêkes (kurmancîkirin Ednan Bedreddîn) hatine weşandin.
Ji bo têkilî û xwestinê:
Tel: 0543 488 69 96
e-mail: dilopdergisi@gmail.com
**
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.