Diyarname
27'ê Adarê Roja Şanoya Cîhanê li dinyayê tê pîrozkirin. Li Tirkiyeyê îsal 112 lîstikên li Şanoyên Dewletê di vê rojê de bê pere têne nîşandayîn. Di vê rojê de şanoya kurdî jî lîstikên xwe pêşkêş dikin.
Li gor agahiya Midûriyeta Giştî ya Şanoyên Dewletê di 27'ê Adarê Roja Şanoya Cîhanê de wê 112 lîstikên li şanoyên dewletê bê pêre bêne nîşandayîn.
Ji lîstikên kurdî li Navenda Çanda Mezopotamyayê ya Stenbolê wê lîstika şanoyê "Şîret" bi kurdî bê lîstin.
Şanoya Bajarê Mezin a Amedê (ŞBMA) jî di Roja Şanoya Cîhanê de wê du lîstikên xwe bê pere nîşan bide. ŞBMA wê 27'ê mehê roja şemiyê saet 11.00'an de lîstika zarokan "Çiya gihîşt behrê" û saet 15.00'an de jî "Çîroka zivistanê" bê pere pêşkêşî şanohezan bike.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


