Diyarname
Toti, tam 25 salan ked da Romayê. Wî gotina "Ev tîm, ev bajar. Roma jiyana min e" kiribû û heta niha ked dabû ev tîm, ev bajar û Romaya xwe. Totî îro derket maça xwe ya dawî û dest ji fûtbolê berda.
Navê wî Francesco Totti di sala 1976'an de li Romahê hatibû dinê. Yekemîn car di sala 1992'ya de di Romayê di bi awayekî profesyonel di nav fûtbolê de cih girt. Ji wê salê ve heta niha di tîma Romayê û di tîma neteweyî ya Îtalyayê de dilîze, kedê dide. Wî bi sedan gol li dû xwe hiştin û îro xatir ji temaşevanan xwest.
"Totti Roma ye"
Îro maça Roma û Genoa hebû, berî maç dest pê bike Tottî çû cem hemû temaşevanan û silav li wan kir. Kaptanê tîma rengên zer û sorTottiyê yê 40 salî li sehayê bi diruşma "Tenê kaptanekî heye" hat pêşwazîkirin. Aliyê trîbuna Curva Sud ku alîgirên herî fanatîk lê ne bi diruşma "Totti Roma ye" koreografiyek çêkirin. Totti di deqîqeya 54'an de ji dêvla Mohamed Salah cara dawî beşdarî maçê bû.
Piştî maç xilas bû temaşevanan formayek mezin a 10 nimre ya Totti li nav sehayê raxistin. Totti bi barandina hêstirên çavan xatir xwest.
Li aliyê din Romayê îsla di Seria A de 87 pûan bi dest xist û piştî Juventusê bû duyemîn. Roma sala bê ligel Juventusê dê raste rast beşdarî Lîga Şampiyonan bibe. Di lîgê de Napolî jî bû sêyemîn.
Vane hin agahiyên li ser Tottî:
786 maç, 307 gol
- Totti ku di forvetê de dilîst, 25 salan formaya Romayê li xwe kir di 786 maçan de cih girt, bi giştî 307 gol avêt. Tê gotin ku sala bê dê Totti di nav heyeta teknîkê ya Romayê de cih bigire.
- Di lîstikvaniya xwe de di sala 2006-207'an de di lîgê de herî zêde gol avêtiye û bûye Qralê Golavêj. Her wiha wî di van 25 salan de her sal gol avêtiye.
- Heta niha ji Milanê Paolo Maldini (1984-2009) 25 salan heman forma li xwe kiribû, Totti niha bû şirîkê vê rekorê jî.
Rekorek ji Lîga Şampiyonan
- Di maça Lîga Şampiyonan a UEFA'yê de di sala 2014-15'an de ligel Manchester City lîstin û Totti dema 38 salî û 59 rojî bû gol avê, bû lîstikvanê herî bi temen ê di vê lîgê de golê diavêje. Lîstikvanê ji Gallerê Ryan Giggs di sala 2011'an de dema 37 salî û 290 rojî bû gol avêtibû û ev rekor di destê wî de bû.
- Wî di Lîga Îtalya Serîe A de 71 penaltî avêtin û rekor di desh de ye.
- Di maçên Roma û Lazio ku derbiyên Îtalyayê de jî 11 caran bi golên xwe skor guhartiye û bi vê derketiye pêş.
- Di salên 2000 û 2003'yan de wekî Lîstikvanê Herî Bi Qîmte ê Serîe A, di salên 2000, 2001, 2003, 2004 û 2007'an de jî pênaseya lîstikvanê salê girt.