Diyarname
Koma Diyarnameyê çalakiyên 10 saliya Diyarnameyê didomîne. Di vê çarçoveyê de vê carê em li Îzmîrê çalakiyê li dar dixin.
Ji 21'ê avrêla 2005'an ve Diyarname bi nivîs û nûçeyên xwe di xizmeta kurdî de ye. Tam bû 10 sal... Di çarçoveya 10 saliya Diyarnameyê de serê pêşî me pirtûkek ji nivîsên qunciknivîskarên Diyarnameyê amade kiribû û em bê pere belav dikin. Her wiha "Çalakiyên 10 saliya Diyarnameyê" jî li dar dixin. Di vê çarçoveyê de di meha gulanê de li Amedê me panelek bi sernavê "Di warê pirtûk û zimanê kurdî de rola malperên kurdî" li dar xistibû. Di panelê de ji Diyarnameyê Cemil Oguz û Zekî Ozmen wekî axifger beşdar bûbûn. Niha jî em li Îzmîrê çalakiyê li dar dixin.
NA û Diyarname saz dikin
Çalakiya 10 saliya Diyarnameyê bi hevkariya Diyarname û Weşanên NA'yê li dar dikeve.
Di çalakiyê de wê kokteylek bê sazkirin û panelek li dar bikeve. Di panela ku bi sernavê "Rola înternetê di warê ziman de" wê li dar bikeve moderatoriya wê ji NA'yê dê Berfo Barî bike û ji Diyarnameyê Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar dê li ser meseleyê biaxivin.
Çalakî roja şemî, 19.12.2015'an li navenda Weşanên NA'yê saet 15.00'an de li dar dikeve.
Nas, dost, hezkirî û xwendevanên Diyarnameyê vexwendî ne. Ligel Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar dê hevalên din ên ji Lijneya Weşanê ya Diyarnameyê jî li Kokteylê amade bin.
Kokteyl/panel
Dîrok: 19.12.2015, Saet 15.00
Cih: Weşanên NA, 930/1 No 32 Piyaleoglu Çarşisi, Kemeralti, ÎZMÎR


