Diyarname
Hin endanên Fenerbahçeyê ji bo mebûsê HDP'ê Celal Dogan ji endamtiya Fenerbahçeyê bê avêtin daxwazname dan serokatiya dîwanê.
Lijneya Giştî ya Malî ya Fenerbahçeyê îro dest pê kir. Hin endamên Fenerbahçeyê daxwazname dan serokatiya dîwanê û di daxwaznameyê de xwestin Celal Dogan ji endamtiya kulûbê bê îxrackirin. Wan kesan îdîa kir ku HDP li dijî yekpareyiya Tirkiyeyê xebatê dike ku Dogan jî mebûsê wê ye û ji bo vê yekê ji dîwanê xwest ku Dogan ji endamtî bê îxrackirin.
Serokê Lijneya Dîwanê Vefa Kuçuk daxwazname girt û got: "Biryara nirxandina vê daxwaznameyê ne peywira dîwanê ye, karê rêveberiyê ye."
Li ser mijarê Duyemîn Serokê Fenerbahçeyê Şekip Mosturoglu axivî û got: "Emê di lijneya rêveberiyê de daxwaznameyê bigirin dest. Emê serî li îfadeyên Celal Beg jî bidin û çareseriyek demokratîk bibînin."