Diyarname
Polîtîkayên Komara Tirkiyeyê yên li ser Dêrsimê bi pirtûkeke nû eşkere dibin. Pirtûk bi navê "Dersim Raporu" ji Weşanên İletişimê derket.
Agahiyên di pirtûk de hatine weşandin ji pirtûkxaneya yek ji serleşkerê serdema avakirina Tirkiyeye İzzettin Çalişlar derketine lê nayê zanîn ku ev kengê hatine weşandin û kî weşandine. Lê li ser van agahiyan "Veşarî", "Ji bo şexs taybet e" û "hatin qeydkirin" nivîsandine ku tenê sed heb hatine çapkirin.
Niha ev agahî ji Weşanên İletişimê derket û pirtûk bi 20,50 TL tê firotin. Di pirtûkê de li ser serhildanên Dêrsimê, tevgerên leşkerî yên li hemberî van serhaldinan, raporên ku heta wê demê li ser vê herêmê hatine nivîsandin cih diirin.
Rapora ku li ser eşîretên Dêrsimê jî agahiyan dide, di bin navê "têkoşîna bi eşqiyayan re" de jî rewşa wê demê ya heta niha nîşan dide. Gotina Serfermandarê wê demê Fevzi Çakmak ku gotibû, "Dêrsim nermî nayê qezenckirin" bi vê raporê baştir tê fêmkirin û çewsandina dewletê ya zordar a wê demê bi vê raporê baş dixuye.
Dersim Raporu / Amadekar: İzeddin Çalişlar / Weşanên İletişim / 311 rûpel


