Diyarname
Îro di Koma 2'yemîn a Lîga 3'yemîn de du tiştên balkêş derketin holê: Ya yekê Diyarbekir Sporê 10 gol avêtin Kayserî Erciyes sporê ku ev yek tiştek nû bû ji bo Diyarbekirsporê. Û ya diduyan ketina Erciyesê ji lîgê ye.
Diyarbekir Spor rekor şikand
Pêşî ji Diyarbekir Sporê em dest pê bikin: Di maça ku îro li Amedê lîst de Yusuf Alkan 4 gol (dq 6, 12, 18 û 86) û Mehmet Ozdiraz 2 gol (dq 33 û 56) avêtin. Golên din ji aliyê Gokhan Koseoglu, Umut Dilek û Muhamed Akarslan hatin avêtin. Tekane gola Erciyesê Selim Başev avêt. Bi vê yekê Diyarbekir Sporê di dîroka xwe de rekorek şikand ku di tekane maça profesyonel de 10 golan diavêje.
Erciyes ji Super Lîgê ket BAL'ê
Tiştên balkêş ê din jî meseleya Kayserî Erciyes Sporê ye: Erciyes sporê bi vê encamê berî lîg bi dawî bibe bi 9 hefteyan ji lîgê ket. Erciyes sala bê dê di BAL'ê (Lîga Amatoran a Herêmî) de bilîze.
Erciyes ji sala 2005'an heta 2015'an di Lîga Super de lîst. Di serdema 2014-15'an de ji Lîga Super ket. Paşê her sal ji lîgek ket û îsal jî ket BAL'ê.
Erciyes di sala 2006-2007'an de ligel Beşîktaşî fînala Kûpaya Tirkiyeyê jî lîst. Di vê fînalê de Beşîktaş bi ser ket lê dîsa jî bi vê yekê Erciyes di dîroka xwe de yekem car beşdarî Kûpaya Ewropayê bû. Tîmek ku ji van deran derbas bûye îro bi xwadina 10 golên din bi 0 pûanan ji lîgê ket.