Cemil Oguz
Festîvala Fîlmên Serbixwe İF İstanbul 11'ê reşemiyê dest pê dike. Di festîvalê de fîlmê Behmen Qubadî "Kes Qala Pisîkên Îranê Nake" û çend fîlmên din ên kurdî jî hene.
9'emîn Festîvala Fîlmên Serbixwe a AFM'ê İF İstanbul îsal bi piştgiriya 2010 Stenbol Paytexta Çandê ya Ewropayê di navbera 11-21'ê meha pêşiya me de li Stenbolê, di navbera 25-28'ê mehê de jî li Enqereyê li dar dikeve.
Ji İF İstanbul'ê zindî heta Amedê
Bi hevkariya malpera The Auteurs a navdar a Amerîkayê İf İstanbul îsal şanenava xwe davêje bin çalakiyeke balkêş. 5 fîlmên festîvalên bi rêya vê malperê li 15 erdnîgariyên din çawa li Stenbolê têne temaşekirin di heman kêliyê de, bi heman awayî wê li wan deran jî bêne temaşekirin. Projeya ku "İf İstanbul Zindî" lê kirine jixwe re dike armanc ku fîlman bi vî awayî bigihîne gelek geran. Ev cihên ku dê tevî Stenbolê li van fîlman temaşe bikin, di heman demê de li gotûbêjên bi derhênerên fîlman ên li Stenbolê re temaşe bikin yek jê Amed e. Li Amedê, li Navenda Çanda Diyarbekir, li Batmanê Komeleya Hunerê ya Batmanê, li Wanê jî li Komeleya Jinan a wanê dê bêne nîşandayîn. Ev proje di çarçoveya festîvalê de wê di navbera 20-21'ê mehê de li dar bikeve.
Kordînatora Festîvalê Serra Ciliv, “Divê festîval her zindî be. Di dema qeyranê ku fîlm nikarin derfetên xwe gihandina temaşevanan bibînin de em derfeteke wisa derdixin pêş. Ev mijar gelek heyecanê dide me."
"Pisîkên Îranê" li nav galayên festîvalê de ye
Di festîvalê, di beşa "Fîlmên Hît" de de gelek fîlmên balkêş hene. Yek ji wan jî fîlmê derhênerê kurd Behmen Qubadî "Kes Qala Pisîkên Îranê Nake" ye.
Fîlmê ku di 17 rojan de hatiye kişandin, li ser ciwanên ku li Îranê bi awayekî veşarî muzîkê çêdikin e. Qubadî ku bi fîlmên xwe yên bi navê "Mij", "Heyama Hespên Sermest", "Stranên Welatê Dayika Min", "Kusî jî dikarin bifirin" û "Nîvê Heyvê ji xwe re temaşevanên taybet çêkiriye niha bi fîlmê xwe yê nû dibe mêvanên temaşevanên li Tirkiyeyê.
Di beşa "Fîlmên Hît" a festîvalê d eher wiha fîlmên wekî “Dersa Evînê / An Education”, “Lênêrîna ji Bihuşta Min / The Lovely Bones”, “Em herin ciheke dûr/ Away We Go”, “Roviya Jîr/ Fantastic Mr Fox”, “Pêxemberên Veşarî / A Prophet” hene ku gelek ji van ji bo Xelata Globala Zêrîn ketibûn pêşbaziyê. Hin ji fîlmên vê beşê jî li benda xelata BAFTA û OSCAR'ê ne
Di "İF Kifş"ê de 9 film
Di festîvalê de bi navê "İf Kifş" beşeke pêşbaziyê. Di vê beşê de 9 fîlm dê bi hev re bikevin pêşbaziyê.
Di beşa pêşbaziyê Juriya ku ji Gael Garcia Bernal, Daniel Birman Ripstein, Caroline Libresco, Matthieu Darras, Dagur Kári û Umit unal pêk tê wê derhênerê serketî hilbijêrin û 15 hezar lîra jî xelatê bidinê.
Di İF'ê de "Pêşîlêvikirin"
Li Tirkiyeyê mijara "Pêşîlêvekirina Pirsgirêka Kurd" ji rojevê nakeve. İF İstanbulê jî dest avêt vê eşê û di vê meşê de fîlmên kurdî nîşan dide.
Kordînatorên festîvalê li ser vê yekê wisa dibêjin: "Dema qala sînemaya kurd tê kirin, tê gotin ku zehmet e ev sînema di bin tenê sernavekê de bê ba hev; tiştê ku vê sînemayê tîne ba hev: bêwelatî, hebûna wê ya li nav sînoran û her gav taswîra bêrîkirinê. Ev yek ji bo vê sînemayê têne gotin. Em kêfxweş in ku çend fîlmên kurdî ên baş ku di salên dawî de derketine pêşkêş pêşkêşî temaşevanên xwe dikin."
Di vê beşê de fîlmên derhênerê kurd Hisham Zaman ku li Norwecê dijî yên bi navê "Welatê Zivistanê / Winterland" û "Bawke" têne nîşandayîn.
Fîlmê "Welatê Zivistanê" çîroka mirovên li nav sînoran tengijîne û her li nav tevgerê ne pêşkêş dike. Lehengê fîlm ê bi navê Rênas li quncikeke Norwecê bêyî gilî û gazinan bike dijî. Tekane kêmasiya wî jinek e. Malbata wî ya li başûr ji bo wî keçikek bi navê Fermesk dibîne û bêyî Rênas beşdar bibe li Başûr daweteke jêre tê çêkirin. Rênas ji wêneyên wê evîndarê wê dibe, lê dema Fermesk tê ba wî hêdî hêdî pirsgirêkên zewacê dertên. Fîlmî digel rewşa sosyo-polîtîk, bi awayekî xurt evîn, dîtbarî, çîrokek xurt û hesteke jîr a mîzahî pêşkêş dike.
Her wiha fîlmê derhêner Doug Aubrey ê bi navê "Kurdî" jî di vê beşê de ye. "Kurdî" çîroka pêşmergeyekî ku li hemberî Sedam şer kiriye, dûre çekê xwe veşartiye û berê xwe daye rojava nîşan dide. Pêşbergeyê bi navê Perî piştî hilweşîna rejima Sedam vedigere başûr. Fîlm çîroka Perî, pêşmergeyan û çima şer kirine nîşan dide.
Her wiha di beşa "Pêşîlêvekirinê / Açilim / The Opening" de ev kurtefîlmên derhênerên kurd jî têne nîşandayîn: “Koçber” (Der: Alan Dilan), “Nan” (Der: Sahim Omer Kalifa), “Çîroka Telefonê” (Der: Binevşa Narîn), “Xewnên bi Berf” (Der: Salem Salavati) û “Ji eşîra Mijê jinek” (Der: Askhan Ahmadi). Zimanê ev kurtefîlmên navborî kurdî (bi kurmancî û soranî) ye.
Kurteyên ji Tirkiyeyê
Di beşa "Kurteyên ji Tirkiyeyê" de jî kurtefîlmên li ser kurdan hene. Kurtefîlmê derhêner Filiz Işik Bulut ê bi navê "Deng" ku li ser çîroka Girtîgeha Amedê ya dema Derbeya 12'yê Rezberê de hatiye kişandin e wê bê nîşandayîn. Her wiha belgefîmê "Zanqirt" jî ku li ser kuştina 44 gundiyên Zanqirta Mêrdînê hatiye kişandin tê nîşandayîn.
Çalakiyên din ên İF'ê
Ji bilî nîşandayîna fîlman, çalakiyên din ên gotûbêj, şahî jî hene di nav festîvalê de. Yek ji van gotûbêja bi navê "Pêşîlêvikirin" e Di vê beşê de dê pirsên çima beşeke wiza? Çima fîlmên kurdî? bêne pirsîn. Çalakiya ku dê 19'ê mehê li dar bikeve dê dîrektorê Festîvala Fîlmên Kurd a New York û Londonê Mustafa Gundogdu, derhêner Hisham Zaman û Doug Aubrey, ji Tirkiyeyê jî derhêner Huseyin Karabey beşdar bibin û di vî warî de dîtinên xwe bînin ziman. Çalakî 19'ê mehê roja înê dê saet 14.00-16.00'an de li dar be.
Her wiha çalakiyeke dan a girîng a festîvalê de "Pirtûkxaneya Dijî" ye. Pirtûkxaneyê Dijî ji xwe re dike armanc ku li nav civakan de têkilî deyne, pêşdaraziyên li nav civakê ji holê rake. Çalikiya Pirtûkxaneya Dijî roja 13, 14 û 16'ê mehê wê li dar be.
Fîlmên festîvalê navhefteyê bi 5 TL têne firotin, ji bo gnctrkcll’iyan jî bi 2,5 têne firotin.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.