Diyarname
Pirtûka derûnînas Carl Jung (1875-1961) "Pirtûka Sor" ku yek ji berhemên girîng ên derûniye tê nasîn li New Yorkê yekem car di muzeyekê de tê nîşandayîn.
Navê wê yê xweser "Liber Novus" (Pirtûkê Nû) ye ku ji 205 rûpelên destnivîsî pêk tê, bi çerm cildkirî ye. Pirtûk heta 25'ê rêbendana 2010'an li Rubin Museum of Art a li New Yorkê dikare lê bê temaşekirin.
Pirtûka ku di navbera salên 1914 û 1930'yî de hatiye nivîsandin heta niha qet nehatiye weşandin. Pirtûka avakarê derûniya analîtîk Carl Jung dê ji aliyê Norton & Company ve bê çapkirin. Pirtûk di heman demê de şopên ji binhişiya Jund û dinyaya wî ya hundirîn jî di nava xwe de dihebîne.