Diyarname
Rojnameger Can Dundan ji bo bernameya xwe "Canli Gaste" çû girtîgehê û bi Şemdin Sakik re axivî. Hevpeyvîno roja 18'ê mehê di saet 22'yan de dê di "Canli Gaste" de bê weşandin.
Can Dundar çû Girtîgeha Amedê û bi Şemdim Sakik re hevpeyvîneke taybet kir. Hevpeyvîn roja duşemê (18'ê mehê) wê di "Canli Gaste" e, di NTV de bê weşandin.
Li gor agahiyên ku hatin belavkirin Dundar pirsên wekî Pirsgirêka Kurd wê çawa bê çareserkirin? Ew li pêşîlêvekirina kurd çawa dinêre? Bi çi çavî li DTP'ya hatiye girtin û mebûsên kurd dinêre? Çima dixwaze bi Abdullah Ocalan re biaxive? Li ser kuştina 33 leşkeran çi dibêje? Ji kî lêborînê dixwaze? Çawa ji rêxistinê veqetiya? Ji Başûr kî ew girt û anî Tirkiyeyê? Herî zêde bêriya çi kiriye? ji Sakik kirine.


