Diyarname
BDP'ê piştî ku li meclisê kom ava kir divê serok û cîgirên serokê komê hilbijarta. Îro BDP'ê li ser vê yekê civîneke li dar xist û mebûsê Mûşê Nuri Yaman ji bo Serokatiya Komê hilbijart. Yaman heta kongreya BDP'ê ya 1'ê reşemiyê dê ji bo koma meclisê ya BDP'ê serokatî bike. Her wiha mebûsên Amedê Selahattin Demirtaş û Gultan Kişanak jî ji bo cîgiriyên serokê koma meclisê ya BDP'ê hatin hilbijartin.
BDP yekem car sibê dê li meclisê civîka komê çêbike. Serokê Koma Meclisê yê BDP'ê Nuri Yaman digel Serokê BDP'ê Demir Çelik û mebûsên BDP'ê derket pêşberî çapemeniyê û got: "Em wekî BDP ji bo çêkirina aştî, biratî û demokrasiyê ya li Tirkiyeyê em ketibûn rê, lê piştî "qezayê" emê careke din ji bo aştî, demokrasî û çêbûna biratiyê bi şewqeke mezin bixebitin."


