Diyarname
Saziya şopandina nûçeyan Global Language Monitor a li DYA'yê di 10 salên dawî de nûçeya ku herî zêde hatiye xwendin eşkere kir: "Bilindbûna Çînê".
Nûçeya li ser aboriyê ku Çîn di warê aboriyê de mezin dibe û dibe hêza super nûçeyên Şerê Iraqê, êrîşa 11'yê Rezberê û nûçeyên wekî van li dû xwe hişt û bû nûçeya ku di 10 salên dawî de herî zêde hatiye xwendin.
Saziya şopandina nûçeyan Global Language Monitor a li DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) li ser bi hezaran rojname, çapemeniya elektronîkî û înternetê lêkolîna xwe kiriye û gihîştiye vê encamê.
Serokê saziyê Paul JJ Payack gotiye ku ev encam ne şaşwaz e û ev yek lê zêde kiriye, "Çîn pergala dinyayê diguherîne. Ev guherîn di lîsteya nûçeyên 10 salên dawî de herî zêde hatine xwendin de li lûtkeyê ye."
Vane nûçeyên ku di 10 salên dawî de herî zêde hatine xwendin:
1- Mezinbûna Çînê
2- Şerê Iraqê
3- Êrîşên 11'ê Rezberê
4- Şerê li hemberî terorê
5- Mirina Michael Jackson
6- Hilbijartina Obama ya ji bo serokatiyê
7- Qeyrana Aboriyê
8- Bahoza Katrina
9- Dagirkirina Afganistanê
10- Qeyrana Fînansalî
11- Olîmyipayên Pekînê
12- Tsûnamiya li Başûrê Asyayê pêk hat
13- Şerê li hemberî Talîbanan
14- Mirina Papa John Paulê II'eyîn
15- Ûsame Bîn Ladîn