Diyarname
"Yekîtiye Pêşverû" heye li Ewropayê ku ji 80 partiyên sosyalîst pêk tê. Ew dê di meha adarê de kongreya xwe saz bikin. Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel jî yek ji rayedarên vê yekîtiyê ye. Gabriel li ser navê wan bi awayekî fermî Hevserokê HDP'ê Selahattin Demîrtaş vexwend kongreyê.
Gabriel Serokê Giştî yê SPD'ê (Partiya Sosyal Demokrat) ye ku ev partî şirîkê hikumeta Almanyayê ye û Gabriel di hikumetê de hem Cîgirê Serokwezîr, hem jî Wezîrê Karên Derve ye. Sigmar Gabriel Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş wekî Mêvanê Rûmetê vexwend Berlinê. Di nameyê de ji zimanê siyasî û fermî wêdetir, zimanekî ji dil û hevaltiyê hat bikaranîn ku wisa hat gotin: "Selahattînê hêja were bibe mêvanê me yê rûmetê, ji bo dîtina te ez bêsebir im."
Kongre di rojên 12-13'yê adara 2017'an de li Berlînê dê li dar bikeve ku diruşma wê "Şikildayîna pêşeroja me - Ji bo dinyayek azad, edalet û piştgirî lê serdest be." Wezîr Gabriel roja 30'ê meha borî bi awayekî fermî name gihand HDP'ê.
Berpirsê Karên Derve yê HDP'ê Hişyar Oszoy name bersivand, sipasiya wan kir, qala rewşa Demirtaş kir. Ozsoy diyar kir ku ew, mebûsa wan a Wanê Tugba Hezer û Nûnerê HDP'ê yê Ewropayê Faruk Doru dê bi kêfxweşî beşdarî wan bibin.
Ozsoy ji bo Serokê Parlemena Ewropayê yê berê û berendamê Serokatiya SPD'ê yê niha Martin Schulz serketin xwest û diyar kir ku bi rêya parêzeran ew dê nameyê ragihîne Demîrtaş.
Gabriel di 13'ê sermaweza 2009'an ji bo Serokatiya SPD'ê hat hilbijartin û ew ji 17'ê berfanbara 2013'an ve Cîgiriya Serokwezîr dike, ji 27'ê rêbendana 2017'an ve jî Wezîrê Karên Derve yê Almanyaya Federal e. Sigmar Gabriel di navbera salên 1999-2003'yan de Serokwezîriya Saksonyaya Jêrîn, di navbera 2013-2017'an de Wezêriya Teknolojî û Aboriyê yê Almanyayê kiribû.
Di 29'ê rezbera 2016'an de li ser vexwendina Gabriel li Almanyayê ew û Demîrtaş hatibûn cem hev.