logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Berendamên Şaredariya Amedê Kişanak û Anli qala projeyên xwe kirin

Dîrok, çand, spor, trafîk, daristan, nan, av, rêya gundan, rêyên hesinî, xebatên ziman, Senfoniya Kurdistanê, stêrknasî.

  • Dîrok: 03/03/2014
  • Beş: 2014: Hilbijartina Herêmî

AMED 

Nazmetên BDP'ê yên Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, di bin navê beyannameya hilbijartinê ya Amedê de bi diruşma "Vîzyona Xurt, Xizmeta bi Qelîte û Rêveberiya Cewherî" de projeyên xwe yên 5 salan eşkere kirin. Kişanak û Anli dan xuyakirin ku ewê di xizmetên xwe de giraniyê bidin plana Mastir a Ragihandinê, Hewzeya Dîcle û sîstema otobus û rêya hesinî ya sivik.

Nazmetên BDP'ê yên Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, di bin navê beyannameya hilbijartinê ya Amedê de, li Salona Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê civînek bi namzetên hevserokatiya şaredariyên navçeyan û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl re çêkir û projeyên xwe yên ji bo 5 salan eşkere kirin.

Cîgira Hevserokên BDP'ê Meral Daniş Beştaş jî di civînê de axivî û da xuyakirin ku rewşa dawî ya siyasî rê li ber gumanan vedike û destnîşan kir ku ew bi desthilatdariyeke otorîte dibe re rû bi rû ne. Beştaş got, "Di rewşeke wiha de em dikevin hilbijartinan. Wekî BDP em hem li dijî rêxistinbûyînên kûr hem jî li dijî yên paralel rawestiyan. Em ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ketin nava hewldanan. Li her deverê Tirkiyeyê bi navê HDP'ê em dikevin hilbijartinan. Bi rêxistinbûyînên paralel, bi nelirêtiyan ev welat azad nabe. Yên ku di demên berê de li hemberî me komplo pêk anîn, di heman zihniyetê de ne. Ji bo serdestbûyînê em ne li vir in. Em niha ji gelek bajarên Kurdistanê agahiyên xweş digirin. Ji bo me ya girîng xweseriya siyasî ye, lê belê emê tu carî xizmetê ji nedîtî ve neyên."


XIZMET WÊ BI ZIMANÊ DAYIKÊ BÊN KIRIN

Namzetên Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli û Gultan Kişanak dan xuyakirin ku dema ew hatin ser kar, ewê hemû xizmetên şaredariyê bi zimanê dayikê yanî bi kurdî bikin.

Vane ji axaftinên Anli û Kişanak hin not:

- Em dixwazin xizmetên şaredariyê bi zimanê dayikê bikin. Wekî karê sereke emê girîngiyê bidin kurdî. Zimanê dayikê ji bo me gelekî girîng e.

- Navendên koordînasyonê wê bi şaredariyên navçeyê re di nava hevkariyê de bixebitin û bi vî rengî tu gund dê bê av nemîne. 

- Ji navçeyên me bi tenê li Gêlê Tesîsa Sefandina Avê heye. Di dema pêş de wê li her navçeyên me Tesîsên Sefandina Avê bên çêkirin. Di destpêkê de wê li Pîran, Farqîn, Erxenî, Bismil û Hênê tesîsên sefandina avê bên çêkirin. 


RÊYÊN GUNDAN

- Li hemû gund û mezrayên me pirsgirêkek cidî ya çûn û hatinê heye. Rêyên diçin gundan, rêyên li nava gundan rêyên xam in. Gundên me wê ji heriyê xelas bibin, xebatên çêkirina rê wê yek ji karên me yên sereke yê dema pêş be.

HEWZEYA DÎCLE Û SÎSTEMA SIVIK A RÊYÊN HESINÎ

- Yek ji plana me ya sereke, plana mastir a ragihandinê, hewzeya Dîcle û rûniştandina sîstema sivik a rêyên hesinî ye. Em dev ji van projeyên xwe bernadin.

- Ev bajar xwedî dewlemendiyên girîng ên dîrokî û çandî ye. Şaredariya me di demên berî niha de jî girîngî daye vê. Bi taybetî Hewzeya Dîcle ji bo me gelekî girîng e û pîroz e. Çemê Dîcleyê zerar dît. Der heqê vê de emê qadeke mastir ava bikin. Bi vê yekê re em dixwazin qadên xwezayî biparêzin."

30 MÎLYON PERE XIST XIZMETA GUNDAN

- Bi qanûna nû re gund jî bi şaredariyê ve hatine girêdan. Bi vê qanûnê re gund tên rakirin û vediguherînin taxê. Ev yek karekî ku diviyabû berî niha bihata kirin. Ev xemsariyeke 90 salan e. 17 navçe û zêdeyî 2 hezar gundên me hene. Emê li benda 30'ê Adarê nemînin. Me çavkaniyek ji 30 mîlyonî xistin xizmeta navçe û gundên xwe. Li gel vê emê eraziyên çandiniyê ji îmarê re vekin. Çêrgeh di nava qada şaredariyê de ne û emê wan biparêzin. Amed xezîneyeke. Ji bo parastina rewşa çandî û dîrokî ya bajêr, emê xebatên xwe zêde bikin. Beriya her tiştî emê zelal û vekirî bin. Di navbera salên 1999-2004'an de bajar di rewşeke şantiyeyê de bû. Ji ber vê yekê yek ji karê me yê sereke xurtkirina binesaziyê ye.

MECLISA BAJÊR WÊ WEKÎ PARLEMENA BAJÊR BIXEBITE

- Meclisa Şaredariyê ya Bajarê Mezin wê mîna Parlamena Bajêr bixebite. Komîsyonên meclisê wê li gorî pêdiviyên bingehîn ên gel bên avakirin. Rojeva meclisê wê bi xurtî ji gel re bê ragihandin û beşdariya gel bê teşwîqkirin. Di pêvajoyên biryardayînê de wê tevahiya beşên civakê cih bigirin. Civînên meclisê wê bi awayekî zindî bên weşandin. Biryar wê bi gel re werin girtin. Meha kewçêrê wê wekî meha hesabdayîn û beşdariya demokratîk, bê nirxandin. Ji bo budçeya dema berê, dê hesab ji bo gel bê dayîn. Budçeya nû wê li formên civakî yên bajêr bên nîqaşkirin û biryara wê bê stendin. Gel wê bi awayekî çalak beşdarî hemû pêvajoyên biryarê bibe. Di mijarên krîtîk de wê referandûm bê kirin.

'EZ DIXWAZIM TÊRÎ CIHÊ LÊ JI DAYIK BÛME BIBIM'

- Emê bi diruşma "Ez dixwazim têrî cihê lê ji dayik bûme" bibim tevbigerin. Amedê piştî salên 1990'î koçeke mezin wergirtiye. Xizaniya bi koçberiyê re mezin bû, sektora karkerên demsalî derxistiye holê. Karkerên demsalî yên kurd li Derya Reş findiq, li Anatoliya Navîn patat, li Çûkûrovayê pembû kom dikin. Em dixwazin bi cihêrengiya hilberîna li vê axê, pêşî li koçê bigirin. Ji bo karkerên demsalî neçin bajarên din, emê qadên taybet ên kar biafirînin.

RÊYA SIVIK A HESINÎ


- Bi sîstema sivik a rêyên hesinî re wê beşeke mezin a pirsgirêka çûn û hatinê ji holê rabe. Armanca me bicihkirina sîstema sivik a rêyên hesinî ye. Ev yek wê bibe sîstemek ji 13 kîlometreyî. Rêyeke hesinî ya du navçeyên bajarê me ji hev qut dike, heye. Ev rêya hesinî bi nasnameya bajêr re bûye yek. Lê di rewşeke ku pêşketina navçeya Baglarê asteng dike de ye. Em vê rêya hesinî dikarin veguherînin firsendekê. Em dixwazin vê bi sîstema sivik a rêyên hesinî, entengre bikin.

REWŞA TRAFÎKÊ


- Emê hejmara otoparkan li bajêr zêde bikin û bi çêkirina rêyên ji bo bîsîklet û peyayan, hinekî trafîka bajêr sivik bikin. 

- Ji bo girtîgeha hejmara 5'an a Amedê bibe muze emê bikevin nava hewldanên mezin.

- Plan dikin ku stadyûma bajêr xera bikin. Em li dijî vê ne. 

- Emê li kayapinarê Qada Bajêr a Sê Jinan  çêbikin. Ev der dê 83 hezar metreçarqorzî be, li qadê pirtûkxaneya jinan, atolyeya hunerê, pêşangehên salonê û qada xebatên civakî lê hebe.

KREŞÊN BI ZIMANÊ DAYIKÊ

- Zimanê dayikê ji bo me sereke ye. Di vê mijarê de emê kreşên kurdî vekin û tevkariyê li perwerdeya zimanê dayikê bikin. Li gel vê emê Navenda Pêşvebirina Îstihtamê ya Jinê (KÎGEM) bi rêxistinên civakî yên sivîl ên li bajêr re ava bikin. Dê perwerdeya ji bo îstîhdama jinê li vir were dayîn.

 

XEZÎNEYÊN AMEDÊ

- 8 hezar sal in ku li Amedê bênavber jiyan didome. Li Çayonu, Şikeftên Hîlar, Şikeftên Birqleyn, Şikeftên Hesûnî, Keleha Gêl, gorên pêxember û sehabeyan, Hoyukê Bismil, qadên karstîk ên Çêrmûg û Çingûşê, Sûrên Amedê, avahiyên dîrokî yên li Sûra Amedê... Bi van hemûyan Amed şapo 36 şaristaniyan di nava xwe de dihebîne û wekî xezîneyeke ku devê wê venebûbe ye. Emê vê xezîneyê derxin ser rûyê dinyayê û bixin xizmeta mirovahiyê. 

 

SÛRÊN AMEDÊ, BEXÇEYÊN HEWSELÊ

- Sûrên Amedê û Bexçeyên Hewselê ku di nav Lîsteya Demkî ya Mîrateya Dinyayê de ne ji bo ew wekî Mîrateya Dinyayê bên qebûlkirin pêvajo destpêkiriye. Emê şopînerê vê pêvajoyê bin û ji bo Sûr bikevin lîsteyê emê xebata xwe bidomînin.

 

KOMPLEKSEKE NÛ YA KONGRE Û ÇANDÊ

Ji bilî Navenda Çandê ya Ciwanan a Cegerxwîn emê komplekseke din a çandê ava bikin ku dê li ser 21 donim erazî bê çêkirin. Li gor mîmariya hemdem bê çêkirin, bi awayê teknolojîk nava wê bê tijekirin. Her wiha li gelek navçeyên derdorê jî dê navendên çandê bêne çêkirin.


SENFONIYA KURDISTANÊ DÊ BÊ AVAKIRIN

- Wê Atlasa Bajêr a Amedê bê çêkirin, di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin de dê Orkestraya Senfonî ya Kurdistanê bê avakirin. Ev senfonî di serî de bi kurdî dê bi zimanên gelên Mezopotamyayê berheman pêşkêş bike.

- Ji bo tûrîzmê dê razemenî bê teşwîqkirin. Li navçeyên Sûr, Farqîn, Licê, Çêrmûg, Hênê û Erxenî, cihên ku berhemên dîrokî hene dê tesîsên civakî û qadên mesîre bêne çêkirin.

 

DARISTANA BAJÊR

- Qada li Girê Talay û Girê Mastfiroş ku li Kayapinarê ne hewaya bajêr saz dikin. Li vê herêmê qada 6.50 kîlometreçarqorzî emê saz bikin û li wê derê Daristana Bajêr a Amedê û Parka Bajêr saz bikin. Li vir dê 100 hezar dar bêne çandin, bi vê dê Amed nefesê bigire.

 

FABRÎKEYÊN NANÊ ERZAN

- Ji bo feqîran dê bankeyên xurekê bêne çêkirin. Dîsa ji bo gel bi erzanî û nanek baş bixwin dê fabrîkeyên gel ên nan bêne çêkirin, ev nan dê di bufeyên nanê gel de bêne firotin.

STÊRKNASÎ

- Ji bo ku ciwan û zarok stêrknasiyê binasin dê Astronomîxane û Navenda Raçavkirina Stêrknasiyê dê bê vekirin.


SPOR

- Li her navçeyê wê navendên sporê bêne vekirin, her kes dê sporê bike. Dîsa her meha Aderê dê li Beza Newroza Amedê û Beza Gel bê lidarxistin. Pêşî dê wekî Beza Neteweyî bê organîzekirin, paşê dê bikin ku vê bikin beza navneteweyî.


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
2014: Hilbijartina Herêmî - Nivîsên Dawî
news
  • 21 01 2024

Berendamên Mêrdinê hatin eşkere kirin

news
  • 01 06 2014

Li Agirî û Norşînê dengdana di bin zexta polîsan

news
  • 01 06 2014

BDP'ê Norşîn bi dest xist (Hat nûkirin)

news
  • 01 06 2014

Piştî jimartina dengan li Norşînê dîsa elektrîk hatin birîn!

news
  • 01 06 2014

Saet: 21.00: Li Agirî BDP bi ser ket

news
  • 06 05 2014

YSK'ê encamên teqez ên hilbijartinê eşkere kirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Gotina Hefteyê: "Emê statuya kurdan eşkere bikin"

ad

Pencewînî rakirin nexweşxaneyê

ad

Mihemed Şêxo bi çalakiyeke hat bibîranîn

ad

Va ne 4 welatên din ên berî Japonyayê çûn hîvê

ad

Em li ser rêya te ne

ad

3 nivîsên nû yên nivîskarên me

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname