Diyarname
Helbestvan Jana Seyda ku berê sê pirtûkên helbestan weşandibû niha pirtûkeke wê ku ji nivîsên wê pêk tên bi navê "Palyaço" derket.
“Palyaço” ku wekî aforîzma û anekdotan hatiye nivîsandin bêhtir li ser pêwendiyên jin û mêr disekine. Bi vê pirtûkê Seyda ji bilî helbestan bi cureyeke din jî pirtûk derxist. Heta niha bi navê "Şeva Dawî" (2001), "Destê Sibê" (2004) û "Ber Êvarî" (2007) sê pirtûkên helbestan ên Jana Seyda ji Weşanên Avestayê di rêza Şahmaranê de derketibûn.
Her wiha Seyda romana Ehlam Misteganmî "Bîreweriya Laş" ji erebî wergerandibû kurdî û ew jî ji Avestayê di sala 2006'a de derketibû.
Beşek ji "Palyaço"yê:
Deriyek hebû, mêr û jinek hebûn...
Mêr di bêdengiya xwe de dilûsiya û gotinên xwe yên tikadariyê kedî dikirin..
Jin dike ku gurmîniyê ji derî bîne.. û derî...
Her vekirî ye.
Palyaço / Jana Seyda / Weşanên Avesta / 96 rûpel


