Diyarname
Nivîskar Jan Dos li ser têkiliya xwe ya bi weşanên Belkî, romana wî Mijabadê re daxuyaniyeke şand. Em bêyî ku dest bidinê, em daxuyaniya Jan Dost diweşînin:
***
Daxuyanî
Berî bêtirî sê salan, min daxuyaniyek di malperên kurdî yên Internetê de belav kiribû û têde gef dabûne weşanxaneya Belkiyê û gotibû ku ew bi tu awayî nikare êdî romana min Mijabad belav bike.
Ew helwest jî, encama nerazîbûna min a ji şêweyê redektekirina naveroka romanê hatibû. Bi dîtina min (a wê demê) neheqîyeke mezin li zimanê romanê hatibû kirin û diva bû ku bêyî destûra min, ewqase (guhertin) di zimanê romanê de nehatibûya kirin.
Piştî vê dema dirêj û piştî lêvegerîna li zimanê romanê (ez niha peyv bi peyv, hevok bi hevok li romanê vedigerim), ez gihiştim wê baweriyê ku gelek rastkirinên di zimanê min de, di cih de bûn. Bi gotineke din, redektekirina Belkiyê ne ji sedî sed şaş bû, belkû hin deverin hebûn ne bi dilê min bûn û heta niha jî ne bi dilê min in, lê ev yek nayê wê wateyê ku ez rê li ber belavkirina romana xwe bigrim.
Ji mafê her weşanxaneyê û weşangerî ye ku xwedan pîvan be, xwedan krîter û dîtinên cuda be. Lê ev yek jî dîsa divê ku berî çapê di navbera nivîskaran û weşangeran de çareser bibe.
Niha jî, divê were xuyakirin ku weşanxaneya Belkiyê dikare wan daneyên (nusxeyên) di destê xwe de belav bike û derbarî vê yekê de xwedan maf e. Herweha divê were zanîn ku mafê min gihaye min û bi tu awayî weşanxaneya Belkiyê û xwediyê wê ne deyndarên min in.
Jan Dost
Almanya 10-12-2009
***
Têbiniya Diyarnameyê: Her nivîsa ku em biweşînin em redekte dikin. Hin peyvên ku em tercih dikin miheqeq em wan diguherînin. Lê li ser daxwaza nivîskar me tîpeke jî ya vê daxuyaniyê neguhartiye.