Seroka Koma YNK'ê ya Parlamena Iraqê Ala Talebanî li ser hesabê xwe yê tora civakî Facebookê daxuyaniyek da û diyar kir ku Tirkiyeyê bi nameyekê daxwaz ji YNK'ê kiriye ligel Tirkiyeyê cih bigirin û wiha tîne ziman; "Tirkiyeyê nameyek ji rêveberiya YNK'ê re şandiye. Daxwazê ji YNK'ê dike ku piştgiriya kurdên birayên xwe yên bakurê Kurdistanê nekin. Her wiha daxwaz dike ku em li dijî biyarên xwe yên Bakur biçîn eniya Tirkiyeyê."
Talebanî daxwaza xwe pêşkêşî alîgir û rêveberiya YNK'ê dike û wiha got; "Daxwazê ji rêveberiya YNK'ê û dilsozên wê dikim ku neçin bin zext û daxwazên dewleta Tirk û daxwazên wan bi tundî red bikin. Ji ber ku stratejiya YNK'ê ji piştevanî û piştgirîkirina gelê kurdên li her cihekê be, pêk tê."
Seroka Koma YNK'ê ya Parlamentoya Iraqê Ala Talebanî di dawiya daxuyaniya xwe de wiha destnîşan dike; "Pêwîst e gelek bi cidî piştgiriya wan çalakiyên ew partiyên kurdan, bi taybet PKK li bakûrê Kurdistanê dikin, bike."
Ji PUKmediayê hatiye girtin