Diyarname
Xelata Nobelê ya Wêjeyê ya 2009'an dan nivîskara bi eslê xwe roman a alman Herta Muller.
Piştî fîzîk û kîmyayê xelata Nobelê ya Wêjeyê jî hate dayîn. Îsal Herta Muller a alman ku bi eslê xwe ji romanyayê de xelat girt. Herta Muller zêdetir li ser helbesta radiweste.
Di daxuyaniya ku Akedemî weşandiye de wiha hatiye gotin: "Ew bi xurtiya helbestê û zelaliya peşxanê cîhana feqîran baş tasvîr dike" û ji ber van yekan ew layiqê xelatê hatiye dîtin.
Nivîskar Herta Muller dê digel xelata Nobelê 10 mîlyon kronê Swêdê (mîlyone euro) jî pere bigire. Ew di nivîsên xwe de zimanê almanî û romenkî baş dikare bikar bîne, digel romanê bi helbestên xwe jî navdar e.
Herta Muller di sala 1953'yan de li Nitzkydorf a girêdayî Banata Romanyayê ku li vê derê li almanî dixaivin hatiye dinê.
Di dema Nikolay Çavuşesku de Mullerxwendina xwe ya zanîngelê li Temeşvarê li ser wêjeya alman û romanî kiriye. Di vê demê de di nav Aktionsgruppe Banat (nivîskarên ciwan bi lêgerîna azadiya ev ava kiribû) ku muxalîfa Çavuşesku bû û bi almanî diaxiviyan cih girt.
Wê piştî ku zanîngeh xelas kir di salên 1977-79'an de li fabrîqeyekê wergerî kir, dema ku pêşniyara ajantiya ji bo polîsan red kir, ji kar hate avêtin, dûre hêzên hewlehiyê derb li wê dan.
Di sala 1982'yan de bi pirtûka xwe ya kurteçîrokan a bi navê "Niederungen" ku li Romanyayê hat sansurkirin gav avêt nav wêjeypê. Du sal paşê bêyî sansurê pirtûk li Almanyayê weşand, heman salê pirtûka wê ya bi navê "Druckender Tango" li Romanyayê weşiya.
Li Romanyayê çapemeniya neteweyî rexne li berhemên Muller dikir, lê li Almanyayê çapemenî gelek erênî nêzî berhemên wê dibû.
Muller digel mêrê xwe Richard Wagner ku ew jî nivîskar e di sala 1987'an de ji Romanyayê koçî Almanyayê kir.
Pirtûkên Muller ku heta niha li gelek zimanan hatine wergerandin, li Tirkiyeyê bi navê "Tilki Daha O Zaman Avciydi" û "Yurekteki Hayvan" li tirkî jî hatine wergerandin.
Ji sala 1960'î ve kesên Xelata Nobelê ya Wêjeyê girtine::
- 2008: Jean-Marie Gustave Le Clezio, Fransa
- 2007: Doris Lessing, Îngilistan
- 2006: Orhan Pamuk, Tirkiye
- 2005: Harold Pinter, Îngilistan
- 2004: Elfriede Jelinek, Avusturya
- 2003: J.M. Coetzee, Afrîkaya Başûr
- 2002: Imre Kertesz, Macaristan
- 2001: V.S. Naipaul, Îngilîzê bi eslê xwe Trinidadê
- 2000: Gao Xingjian, Fransizê bi eslê xwe çînî
- 1999: Gunter Grass, Almanya
- 1998: Jose Saramago, Portekîz
- 1997: Dario Fo, Îtalya
- 1996: Wislawa Szymborska, Polonya
- 1995: Seamus Heaney, Îrlanda
- 1994: Kenzaburo Oe, Japonya
- 1993: Toni Morrison, DYA
- 1992: Derek Walcott, St. Lucia
- 1991: Nadine Gordimer, Afrîkaya Başûr
- 1990: Octavio Paz, Meksîka
- 1989: Camilo Jose Cela, Spanya
- 1988: Necip Mahfuz, Misir
- 1987: Joseph Brodsky, Amerîkayîyê bi eslê xwe rusyayî
- 1986: Wole Soyinka, Nîjerya
- 1985: Claude Simon, Fransa
- 1984: Jaroslav Seifert, Çekoslovakya
- 1983: William Golding, Îngilistan
- 1982: Gabriel Garcia Marquez, Kolombiya
- 1981: Elias Canetti, Îngilîzê bi eslê xwe bulgaristanî
- 1980: Çeslav Miloş, Amerîkayiyê bi eslê xwe polonî
- 1979: Odysseus Elytis, Yewnanistan
- 1978: Isaac Bashevis Singer, Amerîkayiyê bi eslê xwe polonî
- 1977: Vicente Aleixandre, Spanya
- 1976: Saul Bellow, Amerîkayiyê bi eslê xwe kanadayî
- 1975: Eugenio Montale, Îtalya
- 1974: Eyvind Johnson û Harry Martinson, Swêd
- 1973: Patrick White, Avusturyayiyê bi eslê xwe îngiliz
- 1972: Heinrich Boell, Almanya (ya Rojava)
- 1971: Pablo Neruda, Şîlî
- 1970: Aleksandır Soljenitsin, Rusya
- 1969: Samuel Beckett, Îrlanda
- 1968: Yasunari Kawabata, Japonyya
- 1967: Miguel A. Asturias, Guatemala
- 1966: Shmuel Y. Agnon, Îsraîliyê ji bi eslê xwe polonî û Nelly Sachs, Swêdiyê bi eslê xwe alman
- 1965: Mihail Şolohov, Rusya
- 1964: Jean-Paul Sartre, Fransa (Xelat red kir)
- 1963: Yorgo Seferis, Yewnanistan
- 1962: John Steinbeck, DYA
- 1961: İvo Andriç, Yugoslavya
- 1960: Saint-John Perse, Franssa
Ji sala 1901'ê ve heta niha 10 caran almanan ev xelat bi dest xistiye. Vane ew kes:
2009: Herta Muller
1999: Gunter Grass
1972: Heinrich Boll
1966: Nelly Sachs
1946: Hermann Hesse
1929: Thomas Mann
1912: Gerhart Hauptmann
1910: Paul Heyse
1908: Rudolf Eucken
1902: Theodor Mommsen


