Diyarname
Kaptanê Amed Sporê Denîz Nakî di vê navbera lîgê de çûbû Almanyayê li cem malbata xwe û li wir rastî êrîşa çekdarî (Şeva 7'ê mehê) hat. Nakî ji ber ewlehiya canê xwe biryar da ku venegere Tirkiyeyê.
Kovara alman Der Spiegel li ser Denîz Nakî nûçe çêkir û bi sernavê "Fûtbolîstikvan Nakî venagere Tirkiyeyê" îro weşand.
Peymana Denîz Nakî ligel Amed Sporê dom dikir lê Nakî peyman betal kir û biryar da venegere.
Nûçe dibêje ke lîstikvanê bi biryardariya xwe ya siyasî tê nasîn ev demek dirêj bû bala rayedarên tirk kişandibû û li Almanyayê ji aliyê neteweperestan ve dihat tehdîdkirin. Biyaniyan 7'ê mehê gule bera erebeyê wî dabûn. Dozgerê Aachen bi îdîaya êrîşa kuştinê lêpirsîn daye dest pê kirin.
Nakî berî di FC St. Pauli û tîma neteweyî ya Alman U21 de lîstibû. Pêşî xwest vareke din vegere tîma Amedê lê li gor yek ji parêzerê wî yê Frankfurtê Stephan Kuhn bi daxuyaniyeke çapemeniyê diyar kir ku malbat û derdora wî biryara ku venegere pê dane qebûlkirin, ji ber ewlekariya jiyana wî wê bikevê metirsiyê de. Li gor parêzerê Denîz Nakî, ew ê kontrakta xwe ya bi Amedsporê re ku heta havîna îsal e, ji ber venagere betal bike.


