logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Têbiniyên vê mehê

  • Dîrok: 24/12/2017
  • Beş: Serbest

Çiya Mazî*

*Gellek kes dikarin helbestê çîrokê, romanê bixwînin, dikarin binivîsînin jî; lê belê nirxandina wan, analîza wan tiştekî din e.
*Tu çîroknûs an hebestkarê herî navdar û hezkirî bî jî, belkî tu nikaribî analîzekê tenê jî ji bo wan (helbes, çîrok) bikî. Lewre ew tiştekî din e me got.
*Tu wêjevanê herî navdar bî jî, ramana te girîng e, lê belê, belkî tu tênegihêjî ku wateya çalakiyek, gotinek siyasî çi ye, lewre ew jî tiştekî din e.
*Û dawî dawî, tu siyasetmedarekî herî navdar, herî mezin û pîspor bî jî, dibe ku tu nikaribî, çîrokek wêjeyî an jî rêzikek hebestê bivîsînî, lewre ew jî tiştekî din e...
*Carinan mirov guh nede rexnegiran belkî baştir be; ku mirov ji nivîskar, helbestvan, çîroknûs an ji siyasetmedarekî/ê hez bike, mirov bi xwe here lê guhdarî bike, pirtûkên wî/wê teqez bixwîne û bi hişê xwe tevbigere. Lewre dibe ku hesûsî li her derê hebe.
*Nexwe demokrasî, dad, rêzgirtina maf û hiqûqa mirovan di hiş û ramana mirov de tune be; pere, navdarî, ziman û dewlet tenê mirovan hemwelatiyan têr, dilxweş û azad nake.
Û kurdan pratîka hemû teoriyên şoreşan di van pênc salên dawiyê de dîtin.
*Jibîrkirin lukseke me dixapîne îro.
Me Hemîd Dilbihar ji bîr kir? diyarname.com/news.php?Idx=2…
*Tiştekî pir girîng heye ku gelek kes karin bikin; herkes kare ji mirovên ku ji kar hatine avêtin û bûne esnaf tiştan bikirin, herin kafeyên wan. Liveke hêsan e ku mirovek bike. Gelek mirovên kurd û kurdîhez wisa perîşaniyê dikişînin hene, haya we jê heye? Bi cîh gelek kes karin herin kargehên wan û tiştên ku her roj pêwistin bikirin. Lê yên ku vê alîkariyê manîpule jî bikin, ew jî heye.
*Biryarên siyasî bi awayê fermî gel temsîl dikin, lê di nava gelan de têkiliya mirovahî û jiyanî pirê caran cuda ye. Bi gotina siyasetmedarekî, gel nabe nîjadperest.
*Ji bo pankarta HDP'ê ez wekî Leyla Polat @leylileylacan difikirim, bila kurdînûs biborin. Ji ber gelek sedeman. Belkî hinek ji hezkirina xwe ya kurdî tiştinan dibêjin, lê ne bi vî şiklî û ne ji hin şaşiyên wisa biçûk re ew qas tofan. Hinek jî dîsa wekî firsend êrîş dikin.
 *Dinyayê bidin wan jinan ku hemûyî bikin Rojava û her dem roj lê be neçe ava... Deynê wan mamosteyên jiyana azad û roniyê li ser me giran e ezbenî. Wan taht û zinarên tuxûban û peravên Feratê dibêjin: ew dê bibin roniya sal û deman...
*Me got romantîzm xelas bû realîzm dê were, lê dram li ser dramê hat, travmayan kon veda. Û hêvî dibêje bijîşk her dixebitin ji bo şîfayê. Dibêje helbest e terapî.
*Berê mirovan gotarên rojnameyên kurdî dixwendin, zivêr bûn. Dû re ketin facebookê tenê paragraf xwendin, zivêr bûn. Û derbasî twîterê bûn tenê hevokek têra wan dikir. Ji wê jî zivêr bûn, çûn instagramê,wêne tenê man û emojiyek bes e niha, hindik ma ew jî here. Çi dê were nizanim?
Ji xwe li hemû dinyayê jî pir cudatî tuneye bawerim.
*Gelo di pêşniyar û nirxandina pirtûkan de jî hemşerîtî û hevaltî dibe? :) Hilbet pirtûka xweş û li gor mirov baş be, ya hevalan û hemşeriyan jî dibe pêşniyar, lê ne her pirtûk-wêje, stran, helbest... Belê ya SeheraSelocan tiştekî din e, helwestek baş e, ew ji derî vê gotinê ye.
*Carinan hinek, tiştekî, livekê bi neyînî rexne dikin, lê belê tu lê dinêrî yê herî pir wê livê, wî tiştî dike ew e. EGOİST çibû, ew e.
*Wateya peyvên: 'Xiyanet-Dostanî, Mêranî, Namûs',belkî ev bin niha li dinyayê:"Siyaset-Têkilî,Teknîk-Teknolojî, Takekesî".
JI TWÎTTERÊ... 23.12.20017

*Têbiniya Diyarnameyê: Nivîskar Çiya Mazî notên mehek dane hev û di bloga xwe (ciyamazi.blogspot.com.tr) weşandine. Notên balkêş in. Me ji wir girt û wekî nivîsek em pêşkêş dikin...

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Qedexeya li ser navê 'Jiyan' ji rayedarên Tirkiyeyê hat pirsîn

ad

Diz ketin mala Steve Jobs

ad

Li bajarên rojavayê Kurdistanê çalakiyên ji bo ziman

ad

Vane mebûsên ku HDP'ê bi dest xistin (bajar bi bajar)

ad

Û fînal: Arjantîn an Fransa?

ad

Alîkariya Amedsporê bi KOMBÎNE KART'ê bikin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname