KERKÛK
Aliyên siyasî yên kurd ên li Kerkûkê kom bûn û ragihandin ku rewşa bajarê Kerkûkê ber bi alozî û nearamiya siyasî ve diçe û xeleka erebkirina bajêr berfirehtir dibe. Her wiha hişyarî didin ku eger rewş neyê çareserkirin dê karesat rû bide.
Hizb û aliyên siyasî yên kurd ên li Kerkûkê li Navenda Hizba Komunîst a Kurdistanê ya li Kerkûkê civiyan. Piştî civînê daxuyaniyeke çepemeniyê hate dayîn û derbarê xirabûna rewşa bajar de hişyarî dan.
Berpirsê Peywendiyên Komîteya Hizba Komunîst a Kurdistanê ya Kerkûkê Îmad Mihemed di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û wiha got: “Eşkere ye ku her ku diçe rewşa bajarê Kerkûkê ber bi alozî û nearamiya siyasî ve diçe û xeleka erebkirina bajêr berfirehtir dibe ku hewlên ji bo vê yekê zêdetir bûne. Li vir em dibêjin, ger çareseriyek ji vê rewşê re neyê dîtin, Kerkûk wê ji kontrolê derbikeve û karesat wê rû bide.”
Hizbên kurdî ên li Kerkûkê di derbarê rewşa Kerkûkê de hinek daxwaz pêşkêş kirin. Va ne ew daxwazên wan:
1- Rapirsiya ku ji aliyê Ofîsa Çandiniyê ya Kerkûkê ve li ser daxwaza Wezareta Parastinê ya Iraqê hatiye kirin, divê demildest bê rawestandin.
2- Di demek zû de nûnerên Kerkûkê ligel hemû pêkhateyan hewlên ji bo parastina bihevrejiyana ku li vî bajarî dîrokek dûr û dirêj heye zêdetir bikin, yan aramiya civakî û bihevrejiyan bi metirsiyê re rû bi rû bimîne.
3- Tekane rêya çareseriya ji bo pirsgirêkên Kerkûkê, pêkanîna madeya 140'î ye. Divê hewlên cidî bê dayîn û zext li Bexda were kirin ku ji pêkanînê nereve.
4- Pêwîst e erkê Artêşê tenê parastina sînor be û ji destwerdana karên navxweyî, pirgirêk û nakokiyên yasayî û siyasî dûr be.
5- Em bi hemû awayî piştgiriya cotyarên kurd û tirkmen dikin ku parastina mafên xwe dikin û dest ji wan bernadin.
Hêjayî gotinê ye ku nakokiyên zevî yên di navbera cotyarên kurd û erebên ji derve de berdewam e. Her wiha Artêşa Iraqê bi hinceta ku di dema rejîma Baesê de, ev zevî li ser navê Wezareta parastinê ya Iraqê hatine qeydkirin, hewl dide derdora 4 hezar donim ji zeviyên kurd û tirkmenan li gundê Topzawa û bajarokê Yayçî dagîr bike.
Artêşa Iraqê daxwaz ji Rêveberiya Çandinî ya Kerkûkê kiriye ku erdan lêkolînê bike û Rêveberiya Çandinî ya Kerkûkê jî ji Rêveberiya Çandiniya navçeya Yayçî xwestiye ku daxwazên artêşê bi cih bîne. Li ser vê yekê du meh in cotyarên kurd û tirkmen li Topzawa û Yayçiyê di nava grev û xwepêşandanan de ne.
Rojnews