AZÎZ KOYLUOGLÛ
Ev çend roj in bajarek biçûk ê rojavayê Kurdistanê ketiye rojeva cîhanê. Ev bajar ku deriyê sînor ê rojavaya Kurdistan û Iraqê ye, di heman demê deriyê herî girîng ji bo bazirganiya herêma Cizîrê ye. Niha Til Koçer cihekî çawa ye, çima girîng e, dîroka wê çawa ye, kîjan gel di nav de dijîn û rizgar kirina Til Koçer dê ji bo Rojavayê Kurdistanê çi li gel xwe bîne, em ê li bersiva wan pirsan bigerin.
Til Koçer wateya wê girê koçeran e. Bi ereb kirina herêmê re ereb ji bo wê dibêjin El-Yerûbiye. Li Herêma Til Koçer kurd û ereb hene. Erebên herêmê piraniya wan erebên ji eşîra Şemerî ne. Eşîra Şemer ji Erebistana Siûdî ne û erebê Bedû ne, yanî koçer in. Bi îslam kirina herêmê re eşîra Şemer ev herêmê wekî zozanê xwe bikar aniye. Şemerî pezên xwe havînan anîne herêma Til Koçer û zivistanan dîsan birine Erebistana Siûdî. Bi dehan salan wiha jiyane. Carnan bi kurdan re şer kirine, carnan jî di parvekirina heremê de li hev kirine. Kurdan jî ev herêm zivistanan bikaranîne, ji ber wê jî nakokiya wan pirr kûr nebûye.
SIYASETA FRANSIYAN RÊ LI BER KOÇBERIYA KURDAN VEDIKE
Ereb kirina herêmê yan jî, bicih bûna eşîra Şemera di dema serdestiya fransiyan de ye. Li gor çavdêrên herêmê di salên 1925’an de li herêma Til Koçer bi cih dibin, ev jî bi eşîra Şemeran dest pê dike. Ev di heman demê de wekî encamek siyaseta fransiyan e. Çimkî di vê demê de frensî bi erebên Erebistana Siûdî re di nava pêwendiyên baş de ne. Di encama wan pêwendiyan de, beşek ji Şemerî li herêmê tên bicihkirin. Di encama vê siyasetê de di navbera kurdên li herêmê niştecî ne û ereban de nakokî rû didin. Ji ber siyaseta fransiyan a piştgiriya ereban, gelek niştecihên kurd ji herêmê koçer dibin û li gundê wan ereb bicih dibin.
BI HATINA PARTIYA BAASÊ RE ZEXTÊN LI SER KURDÊN LI HERÊMÊ DIJWARTIR BÛN
Eşîra Şemerî dema tên herêmê bi hejmarek zêde “Ebîd” yanî kolê jî ligel xwe tînin. Ev ebîd pirraniya wan ji efrîqiyan pêk dihatin û bûbûn ereb wekî karker, çekdar dihatin bikaranîn. Ev ebîd di şerên li ser erdan derdiketin, li dijî kurdan dihatin biranîn. Lê piştî eşîra Şemeran di salên 1925’an de li herêmê niştecih dibe, bi demê re ev malbatên wekî "Ebîd" dihatin bikaranîn û bi serxwebûna Sûriyê re di xwezayî xwe re ji bin koletiyê derketin û li herêmê bicih bûn. Ev hejmara zêde ya Ebîdan û erebûna wan, wan jî kir amûrek ereb kirina herêmê.
Li herêma Til Koçer derveyî kurdan, eşîra herî mezin ya Şemera ye. Derveyî Şemeran, Şerabî ne. Ebîd, koleyên berê yên Şemeran jî nufûsek zêde di herêmê hene. Van eşîran di nav xwe de, dem bi dem ji bo erd şer kirine, lê piştî hatina partiya Baas li herêmê bi siyaseta ereb kirina herêmê û siyaseta aborî li ser kurdan, li herêma Til Koçer nufûsa kurdan roj bi roj kêm bûye. Lê ev rewş di warê erdnîgarî de rewşa kurdbûna herêmê naguherîne.
ARMANCA KOMÊN ÇETE TALANA GENIM Û PETROLA HERÊMÊ
Li herêmê piştî bûyerên li Sûriyê dest pê dikin, hinek tabûrên Artêşa Azad li herêmê xwe bicih dikin, rejîma Sûriyê ji ber êrîşên van hêzan neçar dimîne, xwe ji herêmê vebikşîne. Di heman demê de kurd jî herêmên wekî Dêrik, Girkêlegê, Rimêlan, Tirbespiyê, Çilaxa ji destê rejîmê rizgar kirin. Lê wan komên Artêşa Azad bi kiryarên xwe yên talan, kuştin li dijî gelên herêmê, bi taybet ketina komên wekî Cephet El Nusra, Dewleta Îslam Iraq û Bîladî Şam nerazîbûnê gelên herêmê zêde bûn.
Herêma Cizîrê ji Kobanê dest pê dike, bakurê bajarê Reqa û bakurê bajarê Hesekê digre navxwe, heta bajarê Dêrikê û sînorê Iraqê ye. Ev herêm di heman demê embara genim û çotkariyê ye. Sûriyê hemû genimê xwe ji vê herêmê peyda dike û pirraniyê petrola Sûriyê ji vê herêmê tê derxistin. Wan komên çete ji ber berhemên herêmê talan bikin, xwestin vê herêmê talan bikin û talan kirin.
GELÊ HERÊMÊ ALÎKARÎ JI YPG'Ê XWEST
Çima ev kom li herêma Rêmelan û Til Koçer israr dikin? Li gora hinek çavkaniyan tê gotin bi sed hezaran ton genim ji herêmê dizîne. Dîsa bi mîlyonan lître petrola xam difroşin. Ev kesên armanca wan talankirina berhema herêmê ye, ji ber parvekirina malê talanê li hev nekirin, di nav xwe de jî ketin nava şer û gelek kes ji hev kuştin.
Gelên herêmê li ser talan, kuştin û metirsa li ser wan, alîkarî ji hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) xwestin. Li ser vê daxwaza gel YPG’ê li gundê herêmê ji destê wan komên DAIŞ/Cephet El Nusra rizgar kirin. Di wan şeran de bi sedan çete hatin kuştin û ji herêmê hatin derxistin.
RIZGARIYA TIL KOÇER DÊ BIBE SEDEMA VEGERA ŞÊNIYÊN BAJÊR ÊN KOÇBER
Herî dawî bajarê Til Koçer ji destê wan koman hate rizgar kirin. Rizgar kirina Til Koçer di heman demê, ji bo xurtkirina biratiya gelan dê derfetek nû çêbike. Her çend piştî ketina komên çete yên DAIŞ/Cephet El Nusra li nava bajar gelên sivîl neçar man malên xwe biterikînin û koçber bibin jî, YPG’ê piştî rizgarkirinê bangawazî li gelên Til Koçer kir ku vegerin malên xwe û daxuya kirin ku ew ne ji bo rêveberina bajar, ji bo parastinê ne û dibe gelên Til Koçer di demek nêz de meclasa bajar ava bike. Ev jî dide xuya kirin ku dê li Til Koçer rêveberiyekî hevbeş ya gelan bê avakirin.
BIDESTKETINA TIL KOÇER DÊ BANDORÊ LI ŞIKANDINA AMBARGOYÊ BIKE
Di demek li ser rojavaya Kurdistan ji aliyê komên çeteyan, dewleta Tirkiyê, Partî Demokratî Kurdistan (PDK) û hêzên piştgiriya siyaseta dijî kurdên azad dikirin siyaseta birçîbûnê dihat meşandin. Ev siyaseta birçî bike û teslîm bigre. Armanca wê siyasete teslîm girtina siyaseta xeta sêyemîn ya tevgera azadiya gelê kurd bû. Tevgera Azadiya Gelê Kurd bi pêşengiya Tevgera Civaka Demokratî (TEV-DEM) li Sûriyê xeta kurd a serbixwe esas girt û heta niha bi êrîşên dijwar re rû bi rû dimînin.
Rizgarkirina Til Koçer li ser daxwaza gelên herêmê ji aliyê YPG’ê ve dê warê siyasî ji bo rojavayê Kurdistanê nûbûnan ligel xwe bîne. Yek ji wan şikandina amborya ji aliyê PDK, Tirkiyê, DYA û komên çeteyan li ser rojavayê Kurdistanê ye. Duh, çawa rizgarkirina Serêkaniyê ji komên çeteyan, dîwarê siyasî rewabûnek da siyaseta Tevgera Azadiya Gelê Kurd li Sûriyê ya li ser bingeha biratiya gelan, rizgar kirina Til Koçer dê bibe zemînek xurt ji bo pêkanîna wê siyasetê.
ANF