Diyarname
Li dinyayê di fûtbolê de projeya "VAR/Video Assistant Referee" (Hakêmê Alîkar Vîdyo) ku niha tê nîqaşkirin. Hin welat diyar dikin ku ev pergal gelek baş e, li hin welatan jî nîqaşa bê sebeb pere ji bo vê xerc dikin tê kirin.
Li nava sehayê hakêm heye, li her aliyên sehayê û di maçên mezin de li pişt kelehê jî. Lê ligel vê yekê jî di maçan de nîqaş têne kirin: Gog li dest ket? Gogê xêza kelehê derbas kir û gol bû yan na? Berî golê ofsayt heye yan na? Ji roja ku fûtbol heye ev nîqaş têne kirin. Li ser vê yekê "IFAB"ê (Lijneya Yekîtiya Fûtbolê ya Navneteweyî) gav bi gav pergala "VAR"ê da dest pê kirin.
Li Îtalya û Almanyayê îsal di lîgan de dest bi bikaranîna pergala VAR'ê kirin. Spanyayê biryar daye ku sala bê pergalê bikar bîne. Li Tirkiyeyê jî nîqaş hene ku pergalê bikar bînin an na.
Yên ku dibêjin baş e pergalê diparêzin gelek in, lê yên ku rexne dikin jî hene. Nîka qeleparêzê Juventusê Gianliugi Buffon wisa rexne dike: "Ji roja ku VAR ketiye jiyanê maç her têne sekinandin, me tempoya lîstika xwe û konsantrasyona xwe winda kiriye."
Li Spanyayê hê VAR nayê bikaranîn, lê piştî maça Valencia-Barselonayê nîqaş gur bû. Di maçê de gola ku Messi avêt ligel ku xêza kelehê derbas kir jî hakêm nedît û gol qebûl nekir. Maç bi 1-1 bi dawî bû. Piştî vê çapemeniya Katalonyayê nîqaşa VAR'ê kir û daxwaz kir, Teknîk Dîrektorê Barselonayê Ernesto Valverde jî wisa got: "Em hemfikirin ku ji bo pozîsyonên wisa pergala vîdeo hakêm girîng e."