Helbet Shakiraya navdar hê bi kurdî nizane û hê straneke bi kurdî nestriyaye. Lê li Amedê hinan strana bi kurdî "Lawo lawo" li dîmenên Shakiraya navdar kiriye û di Youtube de weşandiye. Em wan pîroz dikin û vê klîbê dikin klîba hefteyê.
Vaye ew klîb:
http://www.youtube.com/watch?v=5mR4KpLKivo
Têbiniya Diyarnameyê: Li Tirkiyeyê ji ber ku Youtube qedexe ye mimkûn e hin kes nikaribin bikevin Youtube. Ji bo ketinê divê bernemayê rêlibervekirina Youtube bê bikaranîn. Ji bo ketina youtube hûn dikarin malpeka ktunnel.com vekin û li wir pêl li beşa Youtube bikin. Dûre jî navê strana ku hûn dixwazin lê guhdarî bikin di beşa lêgerîne de bi cih bikin û lêbigerin.


