Diyarname
Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê bi kayûmê dest danî ser Şaredariya Qaxizmana Erzeromê ku di destê DEM Partî de bû.
Hevşeradarê Qaxizmanê Mehmet Alkan 20'ê mehê bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hatibû darizandin û dadgehê cezayê 6 sal û 3 meh cezayê hepsê lê birîbû.
Wezaretê li ser vê yekê îro ew ji kar dûr xist û kayûm şand cihê wî. Qeymeqamê navçeyê Okan Daştan wekî kayûm hat peywirdarkirin.
Bi vê yekê re bû 12 şaredarî têne desteserkirin.