Diyarname
Li Polonyayê hikumetê zagonek nû amade kiribû, li gor vê yekê dê bandora hikumetê ya li ser darazê zêde biba. Gel daket kuçeyan, serokomar got ew dê zagonê bi paş ve bişîne meclisa jêrîn.
Li gor zagonê partiya ku li parlemenê piraniya wê heye dê endamên Konseya Ewlekariya Neteweyî diyar bikina. Hikumeta ku di sala 2015'an de bi tera serê xwe bû desthilatdar tayîna 5 endamên Dadgeha Zagona Bingehîn betal kiribû. Van deman hikutema Polanyayê bi nûçeyên dest wer dide darazê dihat rojevê. Piştî zagona nû ku hikumet dixwaze derxe li Varşovayê bi deh hezaran kes daket kuçeyan û li ber Dadgeha Zagona Bingehîn hat cem hev. Gel pankartên "Daraza azad", "Azadî, wekhevî, demokrasî", "Veto" bilind kirin. Ev protestoya wan 8 rojan dom kir û duh bi awayekî gelek girseyî bû.
Li ser vê yekê Serokomarê Polonyayê Andrezej Duda ragihand ku dê zagonê veto bike. Duda got ku ew dê zagonê bi paş ve bişîne meclisa jêrîn, lê tiştek negot. Muxalefet li ser vê gavê dilşad bû.