Diyarname
Hunergeha Welat ku li Rojava xebatên xwe yên muzîkê didomîne klîbeke nû peşkeş kir. Kliba ji bo strana "Evdîyo" hatiye çêkirin em wekî klîba hefteyê hildibijêrin û pêşkêş dikin.
"Evdîşo" straneke gelêrî ye. Ji aliyê Koma Cudî ve hatiye xwendin. Şêro Hindê û Mehmûd Berazî ew amade kiriye û Rewşen İbrahim, Xalid Cudî, Hayistan Ekrem, Şivan Cizîrî, Rozelîn İbrahim û Hacî Mûsa wekî stranbêj di nav xebatê de cih girtine.
Di pêşkêşkirina klîbê de wisa gotine, "Evdîşo, straneke bi gelek şêwaz û cureyan tê gotin. Lê li rojavayê Kurdistanê ev şêwaz ê herî ku li ber dest e û tê gotin; û dibe ku ne yê herî rast be jî." Vegotinên cuda cuda çiqas hebin jî ev straneke şîrîn e û bi vî awayî hatine gotin. Heq dike ku bibe klîba hefteyê.
Kerem bikin…