Azîz OGUR
Tevî aliyê xwe yê rengîn jî, payîz mîna demsaleke hiznê hatiye navlêkirin. Xweza piştî bihar û havîna berhemdar diweste, dar pelê xwe diweşînin. Xweda di payîzê de amadekariya xeweke kûr a zivistanê dike; da li bihareke rengîn û havîneke nû hişyar bibe.
Gelek caran rêwîtî, payîzan dest pê dikin. Lewra xemgînî barkirî ye payîz; dema, ji hev veqetîn, xatirxwestinê ye…
Dengê bilûra şivanan di payîzê de cara dawî li zozanên bilind deng vedide. Û bêrîvan di dema xatirxwestinê de bi çavên şermok û xweziya evînên di dil de veşartî, cara dawî awirê li kanî, zinar û newalan digerînin.
Kani û rûbarên hezar reng ên kulîlk dorgirtî bê kes û kus dimînin… Meydanên ku kenê zarokan, kalîna berxên ber bi maka xwe ve dibezin li wan tevlî hev dibû, êdî ji kundên bê oxir re têne hiştin. Payîz, rêwîtiya ji zozanên azad ber bi wan germiyanan ewên ku bêhnê li mirov diçikînin.
Mîna ku mîrê rewşenbîriya kurd, Celadet Bedirxan helbesta xwe ji her şivan û bêrîvanên Kurdistanê re nivîsandibe; newayên dawî yên bilûra şivanan jî xemgîn in;
Bilûra min a şîrîn
tu di sariya sibehê
û hingûra êvarê de
hevalê bêhevalan,
destbirayê şivan û dilketiyan î.
Dengê te
hêstirên dilên xemgîran,
silava ji hev-veqetiyan,
girîn û zarîna dilketiyan
tîne bîra min.
Bi pelweşîna daran re, payîz hezar û yek rengê xemgîniyê li bejn û bala xwe dike.
Tevî derengmayîn, derbasbûna dem û demsala xweş jî payîz li aliyekî jî derfeta herî dawî ya kêliyên xweş di himbêza xwe de vedişêre. Germa ji havînê mayî û sirr a ji zivistana pêşwext a dijwar xwe vedizî, bi hev re li mirov dixin. Di payîzê de jiyan mîna xeteke zirav a li ser sînorê havîn û zivistanê ye ku her serê çend gavan sînorê aliyekî ji wan derbas dike…
…
Xemgîn be jî dîsa payîz demsala herî şîrîn e; lodên mewîjan, kele kela beroşên dimsê, helîl û bestîq a çapanê spî mîna tayijê bi destê dayikê hatibe hûnandin, dineqişînin û li ber tavê ziwa dibe, beniyên gûzan ên di nav esîra tirî dane, mîna gerdeniyeke li stûkurka bûka salê, li ber bayê diçin û tên.
Tiriyê dawî yên şaxên mêwan ên bi daran ve hilkişî, hejîrên dest negihiştinê yên tahm hingivîn ên li çiqlên herî jor hişk bûne, hinarên miz ên di rojên bi bereket de kesî li wan mêze nedikir, mîna dilekî bixwîn ê qelişî mirov cezb dikin. Çêja herî xweş bi fêkiyên payîzî re digihîje me.
Car caran jî kelecaneke biçûk e payîz ji bo zarokan; di dema lîstika nava werz û bostanên berdayî de li rasthatina zebeşê binax e. Payîz çêja zebeşê dawî yê binax e…
Lod û bêndêren pembû yen tevahiya bihar û havîna bi meşaqat, ked û xwêdanê dihate hilberandin ji zaroktiya min mîna resmekî bêqisûr di hişê min de mane. Benderên mîna aşûtên berfê, nîşaneya standina heqdestê kedkaran, rengîniya sofreyan, cil-bergên nû û bereketa malan bû.
Lez û beza rakirina pembûyê dawî ya beriya baranê ;tevî mastê cemidî, ava sar a di turikê paleyan de, ji jor ve tava dijwar, ji rojava ve bayê hênik….
Nîşaneya rojên dawî yên xewa li serê banan bû payîz. Di sînorê navebara hişyarî û xewê de, guhdarîkirina dengê lêxistina lihêfê ya dilopên bapeşkên baranî yên berbangê jî ji xweşiyên payîza zoraktiya min bûn.
…
Li aliyê din payîz fenomek e di îfadekirina jiyanê de. Bihar ciwanî ye, havîn demên berhemdar ên mirov, payîz demên dawî yên ber bi zivistana tarî yanî mirinê ve îfade dike. Spîbûna pora mirovan, weşîna porê, derketina nîşaneyên kalbûnê demsala tije poşmanî û xwezî yên neçûne serî di jiyana mirov de îfade dike.
26.09.2018, Yenî Ozgur Polîtîka