Diyarname
Piştî ku kayyuma Amedê peyker xira kirin vê carê kayyumê Cizîrê peyker xira kir. Li Cizîrê kayumê Cizîrê Ahmet Adanûr peykerê Orhan Dogan bi kepçeyê xira kir û darên der û dorê rakirin.
Li Amedê kayyumê abîdeyê Roboskî rakiribû niha jî kayyumê Cizîrê peykerê siyasetmedarê kurd Orhan Dogan rakirin. Peykerê parlementerê DEP'ê Orhan Dogan û Kuleya Seatê yên sala 2011'an de ji aliyê Şarederiya DBP'ê ve hatibû çêkirin bi biryara qeyûm Adanûr hat xirakirin. Di sala 2011'an de peykerê Dogan Cizîriyan bi coşek mezin çikandibû. Şarderiyê derdora peykerê Dogan gul û dar çandibûn. Îro polîsan derdora peyker bi wesyîtên zirxî dorpêç kir û rê li tirafîkê girt. Piştî dorpêça polîsan bi kepçeyan darên derdora pekerê rakirin. Piştî hilkirina daran kepçeyan peykerê Orhan Dogan jî xira kirin.
Hat gotin ku ew dê li cihê peykerê Dogan kamerayên MOBESE bêne bi cih kirin.


