logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Bandora lêborînê li ser tendirustiya laşî û derûnî (bi nêrîneke derûnkolerî)
  2. Arjantîn 'duble'yê dixwaze!
  3. Messi, tu çi şexs î ?
  4. Pirtûka 'Tayek Por' derket
  5. Dozger dixwaze ji ber pirtûka bi kurdî ceza bide weşanxaneyê
news-details

Bargeha Çarşîkelta Norîkê û aletên emeliyetê

Av jiyan e, av dîrok e, cihê ku av lê nebe, ne jiyan lê dibe ne dîrok. Li cihên bê av tenê û tenê kêzikên sosret, dûpişk

  • Dîrok: 21/06/2020
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Fêrgîn Melîk Aykoç

Av jiyan e, av dîrok e, cihê ku av lê nebe, ne jiyan lê dibe ne dîrok. Li cihên bê av tenê û tenê kêzikên sosret, dûpişk, halîsînasyon û serav dimîne, ew jî dibe dînê mejîrizandinê û wehşetê, pişt re jî dibe bela serê gelan. Her derê welatê me av e, çem e, çemê Firat e, Tîr (Dîcle) e, Erez e, Zê ye, Zarrine ye. Wan jî bihuştek nav Kurdistan afrandine. Hemû xwînxwaran, hovên çolistanê, serserî û çeteyan çav berdan vê bihuştê. Kuştin, talankirin, ev robarên bihuştê xwîn herikîn. Melayê Cizîrê di helbestekê xwe de wiha dinivîse “Xwîn herikî teşbîhî av!” Niha jî cihên xweşik û dîroka vê bihuştê di bin bendavan de wenda dikin. Heskîf, newal û deştên li dor Firatê û baskê Firatê Arsînê (Murad). Ji van bihuşt û kana dîrokê yek jî Çarşikelta Norîka gundê Muradê /Solaxan e. Peyva Çarşîkelta (bajarê nav kelehê) bi Hûrîkî navê keleha Xarpêtê ye. Çarşî navenda bajêr e, kelta /Xelta îro di zimanê me de bûye “keleh.” Navê Xarpêtê ji vê peyvê tê. Ango Çarşikelta Norîkê, tê wateya bajarê Norîkê yê di nava kelehê de.

Norîk mezra Gundê Muradê ye û li ser girekî berfirehê zinarîn yê li başûrrojavayê çemê Alakê ava bûye. Her çendî, ev kavîlên dîrokî ji zû ve dihat zanîn jî, cidî nehatibû girtin. Bi lêkirina bendavê re hê ket rojevê. Hetanî niha baregeheke leşkerî ya wiha mezin, bi berhemên Serdema Hesin ango Ûrartûyan dagirtî cara yekem tê dîtin. Ji fera û folên pêjgeha leşkerî bigire hetanî alavên bijîşkî yên xwerû, geleke tişt li vir derdikevin. Dora baregehê bi dîwarên 3-4 mêtre bilind û bi berahiyeke 2-3 m qalind hatiye lêkirin. Her wiha li ser girên li dor vê deşta piçûk jî kavîlên gelek kozikên lêpayînê hene. Hinên wan di rengê kelehan de jî be, bala ti kesî nekişandiye. Li nêzê vê baregeha xwerû jî kavîlên avahiyên şêniyên wê serdemê hene. Cigeheke bi raz e. Bi kolanên arkolojîk ên bingehîn dikane, rewş, temtêl, jiyana birêkxistina leşkeriya Ûrartûyan yekber were zelalkirin.

Di nûçeyên tirkan de wiha dinivîse: “Beşa lêkolînên arkolojîk ya 2018'an ku nêzîka 7 meh berê li Norîka gundê Murad-Solaxan dest bi rizgarkirina berhemên arkolojîk hatibû kirin, bi dawî bû! 50 berhemên Ûrartuyan ên tên nasîn û 23 berhemên Ûrartuyan ên ji bo lêkolînên pêş hatin derxistin!” Bêgûman ev tenê tiştên ji çapemeniyê re vekirîne. Kî çi dizane, ka çendî û çend berhemê xwedan nirxên dirokî û agahiyên dîrokî derxistine!…

Serokê Muzeya Elezîzê yê vê demê û di heman demê de serokê lêkolînên arkolojîk Ziya Kilinc di hevpeyvînekê de li ser mijarê wiha ragihandiye: “Me xebatên li birca yekem ya ku ji Serdema Hesin ango Ûrartuyan maye, qedand. Berhemên dikanîbû ji wir bihata derxistin, me jê derxist, me ser dîwaran jî bi axê por kir. Beşê din yanî kavîlên diduyan jî em ê bi destûra wezaretê di sala 2019'an de dest pê bikin. Di vê beşa yekem de bi berdewamî 25 karker, 4 arkolog û du pisporên muzeyan bê navber xebitîn. Dem bi dem hêjmara xebatkaran derket 158 kesî. Me di nava 7 mehan de tenê kanî em ji sedî 95 cê Norik 1. bikolin. Hê Norîk 2 jî heye!“

Li vir çi hate dîtin:

Di gorekê de parçeyên kemerên leşkerî ya serdema Ûrartûyan dibînin. Ev kemerên leşkerî jî xwediyê gelek taybetiyan e, lê divê bi kûrahî li ser wan were rawestan û li pey jî agahiyên berfireh were dayîn. Her wiha di odeyên wekî muayenexaneya di nava vê baregeha leşkerî de gelek hacetên bijîşkî, yên emeliyatê jî derdixin. Ev tê wê wateyê ku bijîşkan di dema Ûrartûyan de carinan emeliyat jî pêkanîne. Li vir gelek alavên pêjgeha leşkerî jî ji cihê pêjgehê derketine. Cara yekem di embarê kavîlekî de genimê 3000 sal berê derdikeve. Ligel wan gelek kûzên wekî bîberonên zarokan hatine bikaranîn û kûzên wekî misîn jî hatine dîtin.

Serokê kolanê Ziya Kilinc der barê vê cigehê de wiha radigîhîne: “Ev dever cigeheke leşkeriyê gelek girîng yê Ûrartûyên ku navenda wê Tûşpa ye. Piştî Ûrartûyan di sala 740 de sînorê xwe hetanî Qeyseriyê berfireh kirine, bûye împaratoriyeke mezin. Ji bo vê cigeha arkolojîk jî, bes dikanim vê bêjim. Piştî em wekî korî zanistî li hev civiyan û me destkeftiyên heyî nirxand, em gihîştin wê baweriyê ku ev der baregeheke herî girîng a leşkerî ye! Ji wê me hemû berhemên dikanîbû bihata birin jê derxistin. Em ê ser diwarên sûrê jî bigirin!” Endamê lêkolînê Abulkadîr Ozdemir jî ragihand ku ew li vir rastê berhemen çar çandên cuda hatine, lê berhemên derketine ji % 85ê wan berhemên çanda Ûrartuyan e.

Belê, her çengê xaka me de dîrok veşartiye, hem jî diroka me. Lê mixabin ku ne em serdest di warê arkolojiyê de xwediyê derfetan e. Dikanin her tiştî li gor berjewendiyên xwe û hestên xwe yên neteweyî şirove bikin. Divê em kurd xwe û xaka xwe binasin. Agahiyên li hawîr dora xwe bicivînin û ragîhînin bala giştî. Hetanî danasîna keleheke din ji xwinêran re serkeftin.

19.06.2020, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Li vê aramiyê binêrin

news

Nanê Gel li benda gel e

news

Keçikek û xapandina civakê

news

Dîroka Edebiyata Kurdî (Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan)

news

Ji bo kêfa dide me, 3 deqe bo wî

news

Dema ku dinya kêfê dike

news

Jinên kurd ên navdar

news

'Bavê Min ê Mitirb', Çiya Mazî qal dike

news

'Kêzxatûn'a Delalê

news

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
Ev jî hene
ad

Postek din ê Kerkûkê ji dest kurdan hat girtin

ad

2019: Weşangeriya kurdî saleke çawa li dû xwe hişt?

ad

Kayûmê navê 'Nûda' rakir, 'Hecîbekir' danî cih

ad

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

ad

'Kurdistan' 125 salî ye

ad

Piştî Ronaldo Messi jî got 100

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Bandora lêborînê li ser tendirustiya laşî û derûnî (bi nêrîneke derûnkolerî)

  • 15 07 2026
news

Arjantîn 'duble'yê dixwaze!

  • 15 07 2026
news

Messi, tu çi şexs î ?

  • 16 07 2026
news

Pirtûka 'Tayek Por' derket

  • 16 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname