Komeleya Urkêş di 21’emîn salvegera wefata hunermendê mezin Mihemed Şêxo de ew bi çalakiyeke bi bîr anî.
Roja 13.03.2010’an Urkêş-Komeleya Çanda Kurdî li Tubingena Almanyayê, 21’emîn bîranîna koça dawî ya hunermendê mezin, bengiyê gulê Mihemed Şêxo (Bavê Felek), vejand.
Piştî bi xêrhatin û pêşwazîkirinê hunermend û helbestvan Nizar Yosif bi dirêjahî li ser jiyan û kesayetiya hunermend Mihemed Şêxo axivî, her wiha der barê rola wî ya pêwîst di pêşvebirin û dewlemendkirina muzîka kurdî de û bikaranîna peyva kurdî ya resen di stranan de, bi firehî axivî.
Her wiha hunermed Nizar Yosif li ser mercên, ku hiştine ev hunermendê hêja bi vê hêzê û bi vê kesayetiya bêhempa bê holê û vê bandora heya taybet di dil û hestên her kesî de biçîne, axivî.
Paşê hunermend Ferhan Şero li ser nivreyên wî yên giranbuha di warê vejandina muzîka kurdî ya resen de axivî.
Li dawiya şevê gurzek ji stranên hunermend Mihemed Şêxo ji aliyê her du hunermendên hêja Nizar Yosif û Ferhan Şero ve û bi tevlîbûna dengê beşdaran, hatin pêşêşkirin, beşdaran hestên nazik, nerm û xemgîn ên Mihemed Şêxo li hev par kirin.