Li Amedê li Hamravatevleri Newroz îro tê pîrozkirin. Ji serê sibê de gel ber bi wir de diherike
Ji serê sibê heta niha hin not:
- Serokê Koma Meclisa DTP'ê Ahmet Turk, mebûsê berê Selim Sadak, mebûsa Parlemena Ewropayê Feleznaz Uca û Şaredarên Amedê bi kincên xwe yên neteweyî derketin pêşberî gel, di qadê de cihê xwe girtin.
- Bi giştî dikan hatine girtin,
- Ji aliyê Rihayê ve trafîk xitimî.
- Li cihên lêgerînê erebe piştî lêgerînê ber didin qadê.
- Gel bi çepikan û bi rengên kesk, sor û zer ber bi qadê ve diçe
- Li qadê 37 pankart ku hemû bi kurdî nivîsîne hatine daliqandin. Hin ji van pankartan: "Êdî bes e", "Mirov bi zimanê xwe azad e", "Ne Sewr ne Lozan, Xweseriya Demokratîk a Kurdistan", "Amed dê ji Erdogan re bibe mehşer"