Diyarname
Li Wanê ji bo piştgiriya rojnameya Azadiya Welat konser tê li darxistin. Di konserê de hunermendên Xemgîn Bîrhat, Bulent Turan, Farqîn, Seyda Perînçek u hunermendên NÇM'ê dê stranên xwe pêşkêş bikin.
Komîteya Amadekar ya Konserê diyar kir ku hemû amadekariyên konserê qediyane û bangî hemû kesî kirin ku beşdarî konsera roja 27'ê mehê li Stadyuma Wanê li dar bikeve.
Konser dê saet 17:00'an de dest pê bike û heta saet 23:00'an bidome.
Hunermendên kurd yên wekî; Xemgîn Bîrhat, Bulent Turan, Farqîn, Seyda Perînçek, hunermendên NÇM'ê ji bo waniyan bistrên. Li ser navê komîteya amadekar xwendevanê rojnameyê Siddik Guler axivî û got ku konser bi armanca piştgiriya rojnameya Azadiya Welat û ji bo têkiliya xwendekarên rojnameyê tê lidarxistin.