Diyarname
Hunermend Xêro Abbs ku ji Qamişloyê ye bi dehan salan neçûbû Qamişloyê û ji bajarê xwe dûr bû. Abbas êvara 13'yê mehê li Qamişloyê konser da.
Hunermend Xêra Abbas di sala 1962'yan de li Qamişloyê hatiye dinê. Di sala 1986'an de ji ber zextên rejima Sûriyeyê Çûye Ewropayê. Sala 1989'an de beşdarî Koma Berxwedanê bûye, heman salê bi navê "Xerîbo" yekem albuma xwe derxistiye.
Ji wê demê ve heta niha Xêro Abbas gelek album derxistin, li gelekk welatan konser dabû lê nikaribû li bajarê xwe, li Qamişloyê konserê bide. Û piştî salan li bajarê xwe derket pêşberî hezkiriyên xwe. Abbas roja 13'yê mehê li Qamişloyê konsera xwe peşkeş kir.