Diyarname
Şahesera navdar a Ehmedê Xanî "Mem û Zîn" vê carê bi îngilîzî hate weşandin.
Pirtûka ku bi navê "Mem and Zin" bi înglîzî çap bû wergera wê ya ji bo îngilîzî ji aliyê Salah Saadalla ve hatiyekirin. Pirtûka ku ji 256 rûpelan pêk tê wêneyê wê yê bergê Mihemed Arif çêkiriye.
Amadekariya kitêbê ji aliyê Sînemxan Bedirxan ve hatiye kirin û kitêb bi alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistan û alîkariya weşanxaneyên kurdî Avesta û Spîrêz çap bûye.
Pirtûk li Stenbolê hatiye çapkirin û dê bê belavkirin. Kesên bixwazin îngiliziya Mem û Zînê bi dest bixin dikarin ji amadekarên pirtûkê, wergêr an jî ji Weşanên Avestayê biwazin.