Diyarname
Di Pêşbaziya Lîstikên Gel a Saziyên Perwerdehiyê ku fînala wê li Edîrneyê li dar ket de Koma Lîstikên Gel a Amedê bû yekemîna Tirkiyeyê.
Pêşbazî ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê ve li hemû bajarên Tirkiyeyê hate li dar xistin. Di dawiya pêşbaziyên navherêman de 15 kom derketin fînalê. Komên ku derketin fînalê li Meydana Selimiye ya Edîrneyê lîstikên xwe pêşkêş kirin. Di fînalê de komên ji bajarên wekî Amed, Agirî, Mêrsîn, Semsûr, Îzmîr, Tokat, Erzerom, Trabzon, Rîze, Stenbol, Zonguldak, Enqere, Sêvas, Kutahya û Denizli lîstikên xwe pêşkêş kirin û koma ji Amedê bû yekemîn. Koma Kutahyayê bû duyemîn û ya Sêwasê jî sêyemînî bi dest xist.