Diyarname
Hunermend Neşet Ertaş, li Îzmîrê di 74 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Ertaş ku di sala 1938'an de li Kırşehirê hatiye dinê, bi tembûr û stranên xwe yên xweser û taybet bi nav û deng bûbû. Neşet Ertaş ku wekî "Ozanê Gel" jî dihat zanîn, kurê ozanê navdar Muharrem Ertaş bû.
Ertaş ku digel tembûrê li kemanê jî dida, di salên 1950'î de dest bi kariyera xwe ya muzîkê kir. Piştî albuma xwe ya bi navê "Neden Garip Otersin bulbul/Tu ji bo çi wisa reben dinalî bilbilo", ji ber pirsgirêkên tenduristî di sala 1977'an de çû Almanyayê û heya sala 2000'î li wir ma.
Ertaş dema ku hat Tirkiyeyê Serokomarê wê demê Suleyman Demirel unvana "Hunermendê Dewletê" da wî lê wî qebûl nekir û got: "Ez dixwazim wekî hunermendê gel bimînim."
Ji hin albumên Ertaş ên ku pir têne zanîn:
"Muhur Gozlum"
"Gonul Dagi",
"Niye Çattin Kaşlarini" û
"Zahidem."