Diyarname
Neviya Che Guevara Lydia Guevara ji bo "Şoreşa Vejeteryan" a PETA'yê xwe tazî kir.
PETA rêxistineke ku ji bo mafên sewalan têkoşînê dide. Kesên navdar ku dixwazin jî di vî warî de piştgirî didin PETA'yê.
Che Guevara li dinyayê yek ji şoreşgerên herî navdar e. Wî digel Fidel Castro û hevalên wan li Kubayê şoreşeke pêk anîn.
Niha PETA'yê bi navê "Şoreşa Vejeteryan" kampanyayeke da dest pê kirin.
Neviya Che Lydia Guevara ji bo piştgirî bide vê kampanyaya PETA'yê nivîtazî wêne pêşkêş kirin. Lydia Guevara kumek ku bûye wekî sembola kalê wê da serê xwe, gêzerên kirine wekî şerîtên guleyan bi xwe ve kir û wene pêşkêş kirin.
Lydia bi van wêne û posteran dê di meha kewçêrê de di kovaran de cih bigire.


