Diyarname
Weşanên Nûbiharê yek jê bi zazakî û du bi kurmancî sê pirtûkên nû yên bi kurdî pêşkêşî xwendevanan kir.
Meqamat
Pirtûka bi navê "Meqamat" pirtûka Herîrî ye. Pirtûka Herîrî ji nivîsên pexşan û helbestan pêk tê. Lehengê pirtûkê Ebû Zeyd û di şexsê wî de pirtûk, çîrok hatiye honandin, bi vî awayî bal kişandiye ser karakterên cihê. "El-Meqamat" ku bi zimanê erebî hatiye nivîsin, heta niha ji bo gelek zimanên dinyayê hatiye wergerandin. Niha bi wergera Muftî Mela Ehmed Meylanî pirtûk ji bo kurdî hate wergerandin û ji Weşanê Nûbiharê derket.
Sîyerê Nebî
Pirtûkê "Sîyerê Nebî" bi dimilî (zazakî) hamey niştiş. Niştoxê kitabî "Sîyerê Nebî" Milla Cimayo Babij o ke ew Sêwrege rawo. Di pirtûk de heyatê Hezretî Mihemedî serera heta peynî hamey neqlkerdin. Serê kitabî de niştoş Babij wina vano: "Mi waşt bi nê girnewa e hem xizmetêndo dînî, hem zî neteweyî bekerî. Yanî Pêxemberê ma yo rehmetên lîlalemîn, senî jiyayo, merdiman ey na agahdar bikera."
Yezdan dizane
"Yezdan dizane" pirtûka nivîskar Mezher Bozan e. Bozan ku ji Qosera Mêrdînê ye û heta niha romanên wî "Av zelal bû" (4 cild), helbest û çîrokên wî hene. Çarînek ji pirtûkê:
Dewradaîm...
Aş digere
Û dihêre hûrikan...
Çerxa felekê
Car din
Dinanên xwe tûj dike...
Ka bêje
Ev car dê tu
Kê bixwî?
Di vê navberê de Weşanên Nûbiharê çapa duyem a Dîwana Melayê Cizîrî û çapa sêyem a Dîwana Feqiyê Teyran pêşkêşî xwendevanan kir.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.