logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Selahattin Bulut: ‘Dema kesek tê li pirtûkan dinêre jî kêfa min tê’

Selahattin Bulut di nav cîhana nivîsa kurdî de bi du nasnameyên xwe tê nasîn. Yek ji wan pirtûkfiroşiya wî ye û hema bib

  • Dîrok: 03/10/2016
  • Beş: Portreya Mehê

Diyarname

Selahattin Bulut di nav cîhana nivîsa kurdî de bi du nasnameyên xwe tê nasîn. Yek ji wan pirtûkfiroşiya wî ye û hema bibêje her derê dinyayê re, ji kurdan re pirtûkan dişîne, difroşe wan; nasnameya wî ya din jî nivîskariya wî ye ku ew bi çîrokên xwe tê nasîn. Em vê mehê wî dikin  mêvanê Portreya Mehê.

Nivîskar û pirtûkfiroş Selahattin Bulut di sala 1954’an de li Dêrikê hatiye dinyayê. Wî, Enstîtuya Perwerdeyiyê li Mêrdînê xwendiye û temam kiriye. Piştî temamkirina dibistanê Bulut li Dêrikê û li Qersê du salan mamostetî kiriye. Di heman demê de jî di nav xebatên siyasî de, di nav têkoşîna derdorên kurdan ên berî Derbeya 12’yê Rezberê ya 1980’yan de cih girtiye. 

Bulut ji ber van xebatên xwe yên siyasî di sala 1981’ê de hatiye girtin û û 8 salan di Girtîgeha Leşkerî ya Amedê de maye.

Di wê serdema derbeyê de çawa girtiyên kurd li wê girtîgehê bi îşkenceyên gelek giran re rû bi rû mane, Bulut jî ji van îşkenceyên giran para xwe girtiye. 

Nivîskar Selahattin Bulut piştî derketina ji girtîgehê dibe ku zêde xwe nedaye nav siyasetê lê xebata xwe ya li ser nivîsê dom kiriye. Wî pêşî li ser jiyana rojnamegerê kurd Hafiz Akdemîr ku Akdemîr ji aliyê hêzên tarî ve hat kuştin pirtûkek amade kir. Dûre jî li ser Edîb Karahan pirtûkek amade kir û weşand. 

Selahattin Bulut di sala 1997’an de li Stenbolê “Pirtûkxaneya Medyayê” vekir û dest bi firotina pirtûkên kurdî kir. Ji wê rojê û heta niha ku vî karê xwe didomîne navê wî û navê pirtûkfiroşiya wî li çar aliyê dinyayê belav bûye. Bulut ku dibêje, “Bi pirtûkan bêhna min fireh dibe. Dema kesek tê pirtûkxaneyê, pirtûkan nekire jî hema lê binêre jî pê kêfa min tê”, bi hemû hezkirin û hêza xwe vê “kêfa xwe” didomîne. 

Selahattin Bulut di nav ew qas pirtûkan de dest bi nivîsandina çîrokan kir. Pirtûka wî ya yekemîn a çîrokan “Bihuşta Lal” di sala 2006’an de weşand. Heta wê demê du pirtûkên Bulut derketibûn, lê mirov dikare bibêje herî zêde bi vê pirtûka xwe hat nas kirin û di nav nivîskarên kurd de cihê xwe girt. Di Bihuşta Lal de gelek çîrokên balkêş cih girtin.

Bulut paşê bi navê “Xadim” pirtûkek din derxist. Xadim ku çîrokek dirêj e di sala 2008’an de hat weşandin. “Xadim” li ser çîroka kesekî ku di Girtîgeha Amedê de bi îşkenceyan re rû bi rû maye û piştî ku derketiye rewşa wî ya trajîk radixe ber çavan.

Nivîskar û pirtûkfiroş Selahattin Bulut ji bilî ev pirtûkan, hin nivîsên wî di kovar, rojname û malperên kurdan de hatine weşandin.


Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Portreya Mehê - Nivîsên Dawî
news
  • 02 07 2025

Bi salan e li ber Kela Hewlêrê wêneyan xêz dike

news
  • 17 09 2024

Parçeyek ji dîroka kurdan: Mehmed Emîn Bozarslan 90 salî ye

news
  • 17 06 2024

Ji bo klamên Germiyanê 41 salên xwe dan

news
  • 25 04 2024

Doktorê alîkariya birîndar kir, Dr. Ciwan Hemî

news
  • 21 02 2024

Selîm Temo: Çanda xwe biparêzin û ragihînin nifşê nû

news
  • 02 10 2023

Portreyeke cihêreng: Ev 25 sal in li Hewlêrê parfuman çêdike û difroşe

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

211 tenî merdî

ad

‘Helebçe’yê, li bajarê Helebçeyê xelata herî serketî girt

ad

DVD'ya "5 Nolu Cezaevî" derket

ad

Hejmara Pirtûkxaneyên li Tirkiyeyê diyar bû

ad

Tirkiye bi 4-1 têk çû

ad

HDP'ê Roja Rojnamegeriya Kurdan pîroz kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname