Diyarname
Tîmên kurdan di Super Lîg û PTT'ê de tune ne, lê di Lîgên 2'yemîn û 3'yemîn de hene. Û niha ev lîg dest pê bikin.
Di Lîga 2'yemîn a Fûtbolê ya Tirkiyeyê de du kom hene Koma Spî û Koma Sor. Yek ji tîma kurdan a profesyonel ku niha di asta herî jor de ye Amed Spor e. Amed Spor di Koma Spî ya Lîga 2'yemîn de dilîze îsal. Maça yekemîn 3'yê mehê li Erzeromê dê bi Erzeromê re bilîze. Dê bilîze lê par çawa her qedexe datanîn ser Amed sporê îsal jî waye dîsa bi qedexeyan dest pê dike: Di maça Erzerom û Amed sporê de biryar hat girtin ku temaşevanên Amed sporê neçin temaşekirinê. Hê hefteya yekemîn e, hê tu bûyer derneketine û qedexeya yekemîn derket holê jî.
Amed Spor îsal bi diruşma şampiyoniyê dest bi maçan dike. Ji bo vê gelek lîstikvan transfer kirin. Ger bikaribe bibe şampiyon salek din dê di PTT Lîga 1'emîn de bilîze.
Lîga 3'yemîn û tîmên kurdan
Di Lîga 3'yemîn de 3 kom hene, di her sêyan de jî tîmên kurdan hene. Di Koma 1'emîn de Cîzre Spor û Wan Belediye Spor hene.
Di Koma 2'yemîn de Batman Petrol Spor û Dêrsim Spor hene.
Û di Koma 3'yemîn de jî Diyarbekir Spor û Bîngol spor hene.
Maçên hemûyan 3'yê mehê dest pê kirin. Bila rêya wan vekirî be.
**
Nûçeyên eleqedar:
- Vaye fîkstura Lîga 2'yemîn ku Amed spor jî têde ye
- Tîmên kurdan ên di Lîgên 3'yemîn de


