ENQERE (DÎHA)
Radyoya li navçeya Cîhambeylî ya Konyayê bi zimanê kurdî weşan dikir, di çarçoveya "Avabûna Dewleta Paralel" de bi îdîaya "propaganda cemaetê" kiriye hat girtin. Ji "Radyo Cîhan"ê Bayram Parlak jî bi îdîaya "propaganda PKK'ê kiriye" hat girtin. Parêzera Radyo Eylul Yaylaci diyar kir ku ji ber KHK'ê nikarin îtîraz bikin û wiha got: "Lê ji bo dîsa radyo bê vekirin me dîsa serî li walîtiya Konyayê daye.
Radyo Cîhan ku bi kurdî li navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê weşan dikir, di 28'ê tîrmehê de di çarçoveya Biryarnameya Di Hikmê Zagonê de (KHK) hat girtin. Xebatkarê Radyo Cihan Bayram Parlak jî hat binçavkirin û piştre bi îdîaya "Propaganda PKK'ê kiriye" hat girtin. Hemû malê Radyo jî hat desteserkirin. Radyo Cîhan ji 2014'an ve heta niha li navçeya Cîhanbeylî bi kurdî û tirkî weşan dikir. Dîsa muzîka gerdûnî bi guhdarên xwe re parve dikir. Midûriyeta Polîsan a Konyayê di 28'ê tîrmehê de bi ser Radyo Cîhan de girt û deriyê wê mohr kir. Xebatkarê Radyo Bayram Parlak jî girtin û şandin girtîgehê.
Walî lîste da, midûrê polîsan jî girt
Gerînendeyê Radyoya Cîhanê Ferît Aktepe da zanîn ku biryar bi giştî ji ber kêmasiyên delîlan e û eşkere kir ku ew dê serîlêdana hiqûqî bikin. Tekildarî girtina radyo parêzera Radyo Prz. Eylul Yaylaci, anî ziman ku ji ber zagonên KHK'ê nikarin îtîrazê bikin û nikarin karê hiqûqî bikin. Eylul Yaylaci, anî ziman ku ji bo radyo dîsa bê vekirin û şaşî bê rastkirin wan serî li Walîtiya Konyayê daye. Prz. Yaylaci, anî ziman ku beyî tu delîl, belge û agahiyan bi wan re parve bikin radyo girtin û hemû malê wê desteser kirin. Yaylaci, anî ziman ku wê ji Midûrê Polîsan ê Cihanbeyli ku bi ser radyo de girt û malê wê desteser kir pirsa "We bi çi hincetê radyo girt?" kiriye û wî jî bersîva "Walîtiyê lîste ji me re şand û me jî girt. Em jî nizanin" daye.
Prz. Yaylaci, da zanîn ku hemû alav û amûrên li hundirê saziyê jî wekî "berhemên rêxistinê" desteser kirine û wiha got: "Xebatkarê Radyo Bayram Parlak bi îdîaya 'Sempatîzanê PKK'ê' girtine." Di çarçoveya KHK'ê de radyo girtin û rêya hiqûqî li pêş me hat girtin.
Gerînendeyê Radyoyê Ferît Aktepe, da zanîn ku Cihanbeylî navçeyek pir zimanî û pir çandî ye û radyoya wan jî bi pir zimanî weşand dikir û ji ber vê yekê hedef hatiye girtin. Aktepe, destnîşan kir ku dema Radyo Cihan dewir girt ji ber navê wê gerdûnî bû xwest bi heman navî berdewam bike û girtina radyo ji ber navê radyo ye.