Diyarname
Serokomarê Berê yê Iraqê Dr. Berhem Salih wekî Serokê Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) bi awayekî fermî dest bi karê xwe kir. Salih di merasima destpêkirinê de got ku ewê bi hevkarên xwe re ji bo gihandin û parastina penaberan bixebite.
Salih bi Serokatiya UNHCR'ê di heman demê de dibe yek ji Cîgirên Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî. Wî li ser hesaba xwe ya taybet ya X’ê peyamek belav kir.
Dr. Berhem Salih di peyama xwe de got dest bi kar kiriye û ev yek lê zède ki: “Em bi hevkarên xwe re dixebitin da ku penaberan biparêzin, alîkariyê pêşkêş bikin, bi awayekî domdar pirsgirêkên penaberan, krîzên ku penaber li çar aliyên cîhanê pê re rû bi rû ne û bandorê li mîlyonan kesan dikin, çareser bikin.”


