Enqere
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civîna Koma Meclisê ya DEM Partî de got, "Hemû hevalên me yên di doza kêmînkî ya Kobanî de gavek Zûtir bêne berdan."
Bakirhanî pêşî Serokê HEP'a Entabê Abdulsamet Sakik ku roja 3'yê sermaweza 1992'yan hatibû kuştin bibîr anî û dest bi axaftina xwe kir.
Va ne hin gotinên Bakirhan:
- Hevala me Semra Guzel bi nheqî ev sê sal in girtî bû, duh hat berdan, bi xêr hatiye nava me. Sal û nîv ceza dan hevala me Huda Kaya, ez jêre diBêjim derbasî be.
'HEDEF TÊKBIRINA RÊYA 3'YEM BÛ'
- Tam 9 sal berê roja 4'ê sermaweza 2016'an de xwestin siyasetê bêdeng bikin. Hevserokên me Figen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş ligel gelek mebûsên me hatin girtin. Ev ne operasyoneke hiqûqê yan jî girtine ji rêzê ye. Ev dîrokek e, nêzîktêdayîna pirsgirêka kurd a ji aliyê desthilatdariyê bû. Hedef ne tenê hevalên me bûn; hedef paradîgmaya Rêya 3'yem bû ku hevalên me temsîliyeta vê yekê bûn.
- Paşê bi kayûman dest danîn ser şaredariyên me. Birêz Ahmet Turk îro li vir e. Ew rêya kayûman ku wê rojê saz kirin ji Culemêrgê heta Stenbolê dom kir.
- Hevalên me dest ji têkoşînê berneda. Bi paş ve gav neavêtin. Loma îro em li vê derê ne. Em her li eniya têkoşîna ji bo aştî, wekhev û azadiyê bûn.
'TIRKIYE MECBÛR E XALA 46'AN BÎNE CIH'
- DMME'yê ji bo berdana Selahattin Demirtaşî biryar dabû, Tirkiyeyê îtîraz kir, ev îtîraza wan hat redkirin. Bi vî awayî doza kêmînkî ya Kobanî ya li hekberî Selahattin Demirtaş û hevalên me de bi dawî bû. Tirkiye mecbûr e li gor Xala 46'an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê tevbigere. Loma jî bêyî dem derbas bibe divê Hemû hevalên me yên di doza kêmînkî ya Kobanî de gavek Zûtir bêne berdan.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Bahçeli: Berdana Demirtaşî wê bi xêr be
Vîdeoyek: