Diyarname
Kovara Nûbiharê bi hejmara xwe ya nû ya 145'an derket pêşberî xwendevanên xwe.
Di hejmara nû ya Nûbiharê ya payîzê de nivîsên lêkolînî, çîrok. folklor, niîsa li ser ziman, û helbestên cur bi cur hene. Her wiha çend nivîs û helbestên hatine wergerandin jî di kovarê de cih girtine.
Xwedî û edîtorê kovarê Suleyman Çevîk di nivîsa xwe de li ser rewşa zimanê kurdî û xwendina bi zimanê kurdî sekiniye. Çevîk wisa dibêje: "Di van du-sê salên dawîn de xwendina Kurdî pirr ketiye; lê eger em îro, bi 20-25 sal berê ve qiyas bikin, li gor wan salan jî xwendin gelek zêde bûye.
Dîsa jî dema em bi nifûsa Kurdan qiyas dikin, nivîskarên Kurdî, bi taybetî jî xwendevanên Kurdî gelek kêm in." Çevîk paşê jî li ser sedemên vê yekê sekiniye.
Yek ji xebatên di vê hejmarê de hatine weşandin hevpeyvîna ligel dengbêj Mihemedê Beyro ye. Mihemedê Beyro şagirtê dengbêjê mezin Reso ye. Omer Guneş û Îbrahîm Şahîn ku demek berê pirtûkên li ser dengbêj Reso û dengbêj Şakiro amade kiribû û ji Nûbiharê derxistibûn di vê hejmarê de berê xwe dane şagirtê Reso dengbêj Mihemed Beyro û ligel axivîne.
Nivîskar Ahmet Aras bi sernavê "Me çi dî, me çi dî, çi nedî!" nivîsek amade kiriye û xwendevanan dibe salên 1930'yî. Ew bi zimanekî trajîkomîk behsa îşkenceyên Delû Kemalê ku wê demê li Serhedê yek ji fermandarên alayên siwarî bûye dike û her wiha helwesta gundiyan tîne ziman.
Helbestvan Berken Bereh bi navê "Stêrek geş a şi'ra nûjen" li ser Mem Ronga, Nihad Gültekin jî bi navê "110 Saliya Casimê Celîl" nivîsek li ser Casimê Celîl nivîsandiye. Her wiha Abdullah İncekan li ser Mueyed Teyib û Hanifi Taşkın jî li ser Mela Remezanê Abiriyê nivîsiye.
Abdullah Can li ser têkiliya Seîdê Kurdî û Bûyera 31'ê Adarê, Murad Celalî li ser devoka herema xwe, Nasir Kemaloglu jî li ser alozî û tevliheviyên kurmanciya nivîskî sekiniye.
Her wiha Îsmaîl Şems (ji Farisî werger: Yunus Dilkoçer), Mustafa Dehqan (ji Îngilîzî werger: Mehmet Şirin Filiz), Şahîn Bekirê Soreklî, Murad Canşad, Serdar Şengul, Ûsivê Beko (ji Kirîlî werger: Şemoyê Memê), Sadiq Hîdayet (ji Farisî werger: Bargiran Şanaz), Mihemedê Xarpêtî, Evdî Hesqera-Elî Yoldaş, Îsmet Bor, Rewşenxweda Amedî, Besra Pîranij bi nivîsên xwe;
Rojen Barnas, Mewlana Celaleddînê Romî (Ji Farisî werger: Hayrullah Acar), Berken Bereh, Bextiyar Elî (Ji Soranî: Rêbîn Mihemed), Kevok Mizgîn, Ali Bayram, Johann Wolfgang von Goethe (Ji Almanî werger: Abdullah İncekan), Sidîq Gorîcan (Ji îngilîzî werger), Sabrî Vûral, Dilazad A.R.T, Qedrî Sipranî û Yehya Omerî jî bi helbestên xwe di kovarê de cih girtine.
Ji bo têkilî: Tel: 0212 519 00 09- 0505 259 84 02
Mail: nubihar@gmail.com
*******
REKLAM
Daweta we heye û vexwendename lazim e? Fermo, ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne.
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
Navnîşan: Yıldıztabya Alibeyköy Cad.No: 156, Alibeyköy Eyüp-İstanbul,
Telefon: 0212 -6266455
E-mail: info@davetiyeonline.net


