logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Jendirmeyan li Qoserê dest danîn ser pirtûkên kurdî

Li Qoserê jendirmeyan dest danîn ser 88 cure pirtûkan ku di nav de yên bi kurdî jî hene, tirkî jî.

  • Dîrok: 28/06/2016
  • Beş: Nûçe

Cemil Oguz

Li Qoserê jendirmeyan dest danîn ser 88 cure pirtûkan ku di nav de yên bi kurdî jî hene, tirkî jî. Van demên dawî ligel kurdan bixwe, berhemên wan jî rastî zordariyan tên. Pêşî li fûarê dest danîn ser pirtûkên Aramê. Dûre cih bi cih dengên zordariya li hemberî pirtûkan hat. Hewldana dawî duh li Qoserê çêbû: Jendirmeyan dest danîn ser 88 cureyên pirtûkan ên bi kurdî û tirkî.

Ekin Basim ve Yayincilik li Qoserê ye. Ew pirtûkan jî çap dike, lê piranî jî difroşe. Ew wekî Ekin Yayincilik li MovaParkê standê vedike û pirtûkên bi kurdî û tirkî difroşe. Ew ji hemû weşanxaneyan pirtûkên bi kurdî û tirkî digirin û di standa xwe de difroşin. Lê roja 27'ê mehê saet li dor 11'an Jendirmeyên herêmê hatin standê, lêgerîn pêk anîn û dest danîn ser 88 cure pirtûkan.

Berpirsê Ekin Yayincilik Emin Ay ji bo malpera me axivî û got ku van demên dawî bi ser twitterê re giliyên me dikin û wiha dom kir: "Çendek berê jî gilî kiribûn. Vê carê bi gotina 'pirtûkên gerîla difroşin, pirtûkên anarşîstan, yên komunîstan difroşin' gilî kirine. Jendirme hatin lêgerîn kirin, dest danîn ser pirtûkan. 88 cure pirtûk birin, di nav van de tenû 2 heb jê qedexe hebûn. Ew jî 10'ê vê mehê biryara qedexeyê ji bo van du pirtûkan derxistibûn. Yên din ne qedexe bûn jî birin, gotin 'emê li ser lêkolîn bikin, ger ne qedexe be emê paş ve bidin'. Pirtûk birin dozgeriyê."

Ligel pirtûkan Emin Ay jî dibin qereqola leşkeran a li Qoserê û pirsên wekî "hûn van pirtûkan ji ku digirin, kî tîne? Hûn çima difroşin?" û pirsên wisa... Ay jî di bersiva xwe de nîşan daye ku hemû pirtûk fermî ne, fatûreyên wan hene û her wiha hemû bi bandrol in û têde korsan jî nîn in.

Ligel her tiştî jî jendirmeyan dest datînin ser pirtûkan, bi gotinek din pirtûk bin çav kirin û birin. Emin Ay piştî îfadeyê berdan.
Li gor gotina Emin Ay parêzerê wan dê îro serî li dozgeriyê bide ji bo ku pirtûkan bi paş ve bigire. Ay ku li ser navê weşanxaneyê ku ev çend sal in pirtûkan difroşe wisa dibêje, "Dema pêvajoya çareserî hebû pirtûkên Ocalan jî hebûn li standê. Wê çaxê jî jendirme dihatin, lê mêze dikirin, qet tiştek nedigotin, carinan pirtûk dikirîn û diçûn jî. Niha her gilî tê kirin û jixwe dixwazin desteser bikin. Ev pirtûkên ku niha dest danîne ser, her çiqas qedexe li ser wan tune be jî, dibe ku ji bo wan biryara qedexeyê derxin jî. Em nizanin. Lê ji bo em pirtûkên xwe bi paş ve bigirin, emê hewl bidin."

Pirtûkên ku hatine desteserkirin ên gelek weşanxaneyan in, têde yên bi kurdî jî yên bi tirkî jî hene. Ji pirtûkên Siraç Bilgin bigire heta "101 soruda Demokratîk Ozerklîk", ji "Ortadoguka Kurt Devirimi" heta berhemên Qedrîcan û Feqiyê Teyran; ji "Were Dotmam", "Mewlûda Melayê Bateyê" bigire heta "Dîroka Şanoya Kurdî", "Janya", "Alfabeya Kurdî", "Kurdên Sûriyê" û gelekên din. Hema pirtûkên li wir çend jê kêfa wan lê nehatiye desteser kirine û birine.


Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

news
  • 18 10 2026

Ji bo jinan qursa xwendin-nivîsandinê ya bi kurdî dan dest pê kirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Peyamên ji bo wefata Şerafettin Elçi

ad

Serketiyên Xelatên Metîn Goktepe diyar bûn

ad

Ji bo temaşekirinê: 'Hazirîyek Bo Derengmayînê'

ad

Hevpeyvînek bi Ahmet Turk re

ad

Li kîjan çiya xela mêra ye?

ad

Li La Lîgayê îro, li Ligue 1 sibê şampiyoın diyar dibe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname