Sîdar Jîr
Bila dilê te rehet be lehengê xewna Leylayê. Di vê xaka ku her parçeyekî wê bûye dehqatî Guernîcayê de, hemû kesên ku dilê wan ji bo mirovahiyê lê didin bi te û rêhevalên te serbilind in.
Tu dizanî di zarokatiya me de tim çîrokên Mîrze Mihemed, Çengzêrîn, Ristemê Zal, Derwêşê Evdî, Hemzeyê Pêlewan û gelekên din dihatin gotin. Yek ji yê din lehengtir, cengewartir, wêrektir û bi heybetir bûn. Lê di heman demê de û bi wan re em hînî çîrokên lehengên xwe yên nêz jî dibûn. Her pêşmergeyekî ku xwe bi çeperên şer ve girê didan û heta ku rih di canê de hebû şerê man û nemanê û yê parastina xakeke pîroz û birîndar dikir dibûn. Bi wan lehengan re em hînî çîrokên Leyla, Egîd, Mazlûm bûn. Yek bi yek û ref bi ref çîrokên me yên ku em dikirin mirov û mirovahî mit dikirin bêhtir dibûn…
Di dîrokeke gelekî nêz de, di qirnê bîstan de hemû cîhanê berê xwe da wan û rêhevalên wan an jî li qirkirin û birîndarkirina wan temaşe kirin, bêdeng man. Çi li Çarçirayê, çi li Helebçeyê, çi jî li Dêrsim û Zîlanê, çi li Binxetê. Şerê wan lehengan kirin, ew dem dema ku piranîyê pişta mêraniyê şikandibû. Ew dem dema ku ji bo welatekî tenê enfal, kuştin, qirkirin û tunekirin û temaşekirina li van karesatan bû. Têlên zingarî danîn nava baxçeyê me. Birîna welatekî bi têlên zingarî xedartir dibe. Û di vî qirnê bîst û yekê de li heman xakê dîsa heman trajedya, lê bi cudahiyekê; hemû mêrxas û jinxas bûne yek! Îcar jî cîhana dirû hemû bi carekê re li lehengîya wan temaşe dikin.
Ristem, Çengzêrîn, Derwêş û hemûyên xwediyên dilên xweşik û wêrek dîsa li ser heman xakê şerê li dijî tarîtiyê dikin. Ji roja ku Kawayê hesinkar pêtala pêşîn a li dijî tarîtiyê ji arê Spîtama pêxistiye û heta îro lehengên mîna Bavê Leylayê nehiştine ew ronahî bitefe… Ji ber vê yekê bila dilê te rehet be ku hemû kesên dilê wan ji bo mirovahîyê lêdidin bi we serbilind in. Bila dilê te rehet be ku ji hemû kêlîkên Kobaniyê û heta bi hetayê zarokên vê xakê ew ê bi lehengên xewnên xwe serbilind bin. Bila dilê te rehet be ku we pêtaleke gewre di dil û mejiyê hemû zarokên vê xakê de pêxistiye û bi we serbilind in. Bila dilê te rehet be ku we ew têlên zigarî ji nava baxçeyê xweşik rakiriye û hemû zarokên şîrîn bi we şanaz û serbilind in. Bi dilê te rehet be ku êdî hemû zarokên vê xakê dixwazin hûn di xewnên wan de wan maçî bikin. Bila dilê te rehet be ku Leylayê û hemû hevalên xwe baş dizanin ku bav û bapîrên wan ji bo wan gelek tişt kirine û bi we serbilind in. Bila dilê we rehet be ku we pêtala ronahiyê ji bo di pêşerojeke azad de bijîn gurtir kiriye û bi we serbilind in. Bila dilê te rehet be ku wê wêrekiya we ya ku we sînga xwe dida ber talûkeyan û çavên xwe ji keleman nediparast kiriye ku Leyla û hevalên xwe bêhtir ewle bin û bi we serbilind bin.
Belê bavê Leylayê, bi vê bawer be ku Leylayê û hemû hevalên wê yên şîrîn bi we serbilind in.
Bawer bike bavê Leylayê, ew maçîkirina te ya Leylayê li hinarik û çavên hemû zarokên vê xakê wekî guleke Amedê aj daye…
Lehengê xewna Leylayan, bawer bike hemû zarokên welatê te bi we serbilind in û bêriya we dikin… Bêriya rûyê we yê li ken dikin.
21.06.2016, Azadiya Welat


