Diyarname
Di Şeva Nûçegîhanên Qesra Spî de navdarên Hollywoodê û yên cîhana hunerê hatin ba hev.
Ji sala 1945'an ve li DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) bi awayekî kevneşopî ev şev tê li dar xistin û pereyên ku ji vê şevê bêne bi dest xistin ji bo perwerdehiya nûçegîhanan û têkoşîna bi birçîbûnê re tê xerckirin. Şeva ku îsal bilêtên wê 200 dolar bû, ev çend sal in bûye wekî şeva henek û kêfê. Bi vê yekê re jî her ku diçe zêdetir eleqeyê dibîne.
Îsal digel Serokê DYA'yê Barack Obama ji cîhana hunerî ya DYA'yê gelek kes hebûn: Demi Moore, Ashton Kutcher, Eva Longoria, Natalie Portman, Natasha Bedingfeild, Sting, Steven Spielberg, Kyle McLaughlin û gelekên din.
Di şevê de Obama bi henekên xwe kêfa beşdaran anî.


