Nînjayên kurd li ser kar in
Diyarname
Li Baþûr komek kurd ku navê "Tîma Nînja a Soran" li xwe kirine hînê nînjatiyê dibin.
Komek kurdan dest bi nînjatî kirine. Koma ku navê "Tîma Nînja a Soran" li xwe kirine niha 50 endamên wan hene. Ajansa Reutersê ligel wan hevdîtin çêkiriye û nûçe weþandiye.
Mamosteyê Koma Nînja ê bi navê Þerzad Muslih Elî dibêje sê meh berê wan ev kom damezirandiye û li çiyê antremanê dikin. Elî dibêje, "Li nav çar dîwaran mirov nikare hîn bibe, lê li xwezayê hewa xweþ e, divê nînja hînê hem sermayê hem germê bibe û bi vî awayî bijî."
Nînja ji çanda Japonyayê tê. Di serdemên berê de nînja leþkerên bi pere, yan jî ajanbûn. Wan di casûsî, sabotaj, sûîkast û rewþên wisa de kar dikirin. Li ser nînjayan gelek fîlm hatine kiþandin. Her wiha ji rewþa xwe ya berê wêdetir êdî bûye wekî cureyeke sporê jî.