Diyarname
Li Tirkiyeyê heta niha her dem arşîv dihatin berevajîkirin, peyva Kurdistan her hate qedexekirin an jî sansurkirin. Lê vê carê rêzefîlmekî li gor rêgezê û li gor dîrokê tevgeriya û peyva Kurdistan bikar anî. Bi vê yekê re li Tirkiyeyê, di kanaleke mezin de peyva Kurdistan hat ser ziman.
Em qala rêzefîlmê bi navê "Muhteşem Yuzyil" dikin. Muhteşem Yuzyil li Tirkiyeyê di Show TV de hefteyê carekê tê weşandin û rêzefîlm li ser jiyana Padîşahê Osmanî ye.
Padîşah her ku nameyeke ji kesekî re dinivîse û dişîne pêşî pesnê xwe dide ku ew mezinê ku derê ye. Di beşên destpêkê yên vê rêzefîlmî de ev nameya padîşah hatibû xwendin lê peyva Kurdistan hatibû sansurkirin. Lê vê carê, di beşa rêzefîlm ku roja 15'ê pûşperê hat weşandin de name dîsa hat xwendin û peyva Kurdistan jî hate gotin. Bi vê yekê re Kurdistan li her derê Tirkiyeyê belav bû.
Em wê beşê wekî Klîba Hefteyê pêşkêşî we dikin:
Ger vîdyoya li jor venebe, vaye vîdyoye din: